Fetwayen Kurdi
Meriv dikare deynê bavê xwe yê krêdiyê bi kara ji faîzê bide?

Meriv dikare deynê bavê xwe yê krêdiyê bi kara ji faîzê bide?

Pirs: Deynê bankê yê faîzê li bavê min e. Pereyê min jî di bankê de bi faîzê razandiye. Ji ber ku dayin û stendina faîzê heram e, ez vî pereyi naxebitînim. Eger ez, bi faîza pereyê xwe, faîza deynê bavê xwe bidim, dibe guneh an na?

Bersiv: Hem razandina pereyan li bankê bi faîzê û hem jî stendina krêdiyê ji bankê bi faîz heram e. Ji vê bonê divê pereyê ku bi faîzê li bankê hatiye razandin zû bi zû were kişandin. Pereyê ku ji faîzê hatiye bidesxistin jî bê hêviya tu tiştekî divê li jar û feqîran û kesên ku bobelat û felaket hatine serê wan, were belavkirin.

Di navbera xwarina faîzê û dayina deynê ku berê di stûyê meriv de heq bûye bi pereyê faîzê, tu ferq tune ye. Lê belê, eger rewşeke mîna ku hat gotin hasil bûbe, da ku meriv ji vê rewşa mehzûr xelas bibe, di serî de divê deynê bi faîz bê dayin. Ji bo vî tiştî jî ne ku meriv faîza pereyê di bankê de bistîne, belbî divê meriv hemî pereyê xwe bikişîne da ku deyn bide. Piştre jî bi mîqdarê pereyê ku berê di ber deynê faîzê de hatiye dayin, bi şeklê xerckirina wê di cihên munasib de meriv xwe ji bin berpirsyariyê derxe.

Prof. Dr. Servet Bayındır