Fetwayen Kurdi

Dema mirov ji xwe re karekî ava bike yek ji şirîkan temînatê bixwaze ev caiz e?

Pirs:  Hevalekî min ligel ferdên malbata xwe dest bi karekî pir baş kir. Hewcedariya wan bi qasî 50 hezar lîreyî heye; lê naxwazin vî pereyî ji bankê temîn bikin. Pêşniyazeke bi vî rengî li min kirin û gotin, “Ji bo demekê (ji bo 6 mehan) tu jî bibî şirîkê kara me. Em ê ji sedî heftê kara xwe ya mehane bidin te.” Lê ez ê qet tev li kar û barên wan nebim. Ji ber vê yekê bi qasî pereyê ku ez ê bidim ez jî ji wan temînatekê dixwazim û ez ji wan re dibêjim, “Ez ne şirîk im di vî karî de, hûn dixwazin ez bi tenê ji bo demekê bi were bibim şirîkê karê. Lê ez dixwazim heta hetayê bi we re bibim şirîkê karê. Ji bo vê jî bi qasî pereyê ku ez ê bidim ji we temînatê dixwazim.” Hevalê min jî dibêje, “Heke tu ji bo heta hetayê di karê de bibî şirîk ev wek faîzê ye; lê heke tu bi qasî kara ku tu yê bigirî, tu bibî şirîkê zirarê jî ev tîcareteke helal e.” Hûn ji bo vê meseleyê fetwayeke çawa didin?

Bersiv: Dema herî kêm du kes werin ba hev û bi rêjeyeke diyar sermiyanê xwe bikin yek û şirîkatiyê bikin, ji vê yekê re şirîkatiya sermiyanê (muşareke) tê gotin. Zirara di şirîkatiya sermiyanê de, divê li gorî behra şirîkan be, lê kara xwe dikarin li gorî rêjeya ku li hev kirine, diyar bikin. Loma ji bo ku mirov ji tiştekî re bibêje şirîkatî ye, divê temînata sermiyan û qezenca meqtu’ tune be. Temînateke bi vî remgî şirîkatiyê betal dike û ne caiz e.

Loma yek ji aliyan nikare bibêje, “Ez ne şirîk im, ez ê bes bibim şirîkê karê û ji bo sermiyanê ku didim jî temînatê dixwazim.” û şirîkatiyeke bi vî rengî jî nikare bê kirin. Lê heke bêyî daxwaza tu karekê û bê muqabil, ji bo şeş mehan “qerz” bide, ev şirîkatî caiz e. Bereksê wê ne caiz e.