Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku ez ji esnafê ku çekên wî cîro dikim, kara xwe bigirim?

Pirs: Ez kar û barên tîcaretê dikim. Ez mal û berheman bi deyn dikirim û difiroşim. Hevalekî min jî heye ku ew jî kar û barên tîcaretê dike; lê sektora me ji hev cuda ye. Ez dikarim di sektora xwe de bi wadeyên dirêj mal û berheman bikirim; lê ew nikare bikire. Li ber destê wî pere jî tune bûn, hat ba min û got, ji min re pere lazim in. Lê ji ber ku li ber destê min jî pere tune bûn, min jê re got, “heke tu bixwazî em dikarin bi wade mal û berheman bikirin, ez ê çeka te cîro bikim mal û berhema ku me kirî jî em ê bi pereyan bifiroşin, dê hinek zirara te bibe; lê bi vî awayî em ê karibin ji bo te pereyan temîn bikin.” Hevalê min jî ev pêşniyaza min qebûl kir û me sê çar caran bi vî awayî kir. Min tu kar jê nexwest. Lê paşê gelek carên din daxwazeke bi vî awayî ji min kir.  Lê ez jî ji ber ku mohra xwe lê dixim bi vî awayî dikevim rîskê. Loma min jî êdî kara xwe jê xwest. Gele ev tiştê ku ez dikim, dibe wek selefdariyê yan na?

Bersiv: Dema tu çekên hevalên xwe cîro dikî, di heman demê de tu jê re dibî kefîl. Li gorî baweriya hemû alimên fiqhê mirov nikare ji tiştekî wiha pereyekî bixwaze. Lê ew mal û berhema ku tu behsa wê dikî heke tu bi xwe bikirî û bifiroşî hevalê xwe, tu dikarî kara xwe lê zêde bikî.