Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku banka di muqabilê vekirina akredîtifê de, komîsyonê werbigirin?

Pirs: Sermiyanê me kêm e û em dixwazin ji derwelêt mal û berheman bînin; lê ji ber meseleya dînî, em dikevin gumanan. Banka dê pereyan nede me û di dewsa me de, wê bide firoşkar. Yanî wek ku dê ji me re bibe kefîl û sermayeyê bide me. Em ê wî malî-berhemê bînin û bifiroşin. Dema em deynên xwe yên bankê bidin jî dê banka ji me 800 lîreyî kar bike. Hûn dikarin li ser vê meseleyê me agahdar bikin?

Bersiv: Ji bo ku kefalet wek qencî û teberû hatiye hesibandin, wek caiz nehatiye qebûlkirin ku ji bo vî tiştî ucretek bê wergirtin? Dema kesek ji derwelêt mal û berhemekê bikire û banka jî ji bo hemû yan qismekî bedêla wî mal û berhemê, bibe kefîl ji vê yekê re akredîtif tê gotin û ev yek tam ne wek kefaletê ye. Di akredîtifê de banka ji aliyekî ve piştgiriya îthalatkar dike ji aliyê din ve jî garantiyekê dide îxtracatkar ku dê bedêla mal û berhema ku difiroşe, ji bo wî bê dayîn. Ev di tîcareta nav welatan de, tiştekî muhîm e.

Dema banka ji bo vekirina akredîtifê di muqabilê muameleyên hewce de, komîsyonekê bigire ev yek caiz e.  Çimkî ev yek bes ne wek kefaletekê ye, wek muameleyeke din e ku kefalet jî di navê de ye. Yanî komîsyona ku dê banka ji bo kar û barên akredîtifê ji we bigire caiz e.