Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov bi garantiya kareke sabit şirîkatiyê bike?

Pirs: Li ber destên min hinek pereyên min hene. Ji bo ku tev li faîzê nebim, min li bankê jî ranezandin. Her wiha ji bo ku ez memûr im nikarim bi vî pereyî tîcaretê jî bikim. Lê min ji esnafekî nas re behsa vê rewşa xwe kir. Wî got, ez dikarim vî pereyî di tîcaretê de bişixulînim û ji bo te jî kara te bidim. Dema min jê pirsî tu yê çawa bikî, wiha got: “Dema ez mal û berhemekê wek pêşîn dikirim, di şûna 100 lîreyî de 50-60 lîreyî didim û bi vî awayî dema wî malî dikirim dikevim karê. Em bi vî awayî bi pereyê te mal û berheman bikirin. Ji pereyê ku ez ê qezenc bikim jî ez ê behra te ya karê bidim.” Hevalê min bi vî awayî peymanek amade kir û di muqabilê wê de senedek da min. Her meh wek mîqdarekê behra min a karê dide. Gelo ev şirîkatiya ku em dikin, caiz e?

Bersiv: Ji bo vê şirîkatiya ku te behsa wê kir, di fiqhê de mudarebe tê gotin. Tiştê esas di mudarebeyê de ew e ku aliyek sermiyanê dide aliyê din jî wî sermiyanî dixe nav qezencekê û her du alî bi rêjeya ku li hev kirine, kara wê qezencê li hev behr dikin.

Dema di wî karî de zirar bikin jî sermayedar sermiyanê xwe; kesê ku ew pere daye şixulandin jî keda xwe ji dest dide. Ji bo ku şirîkatiyeke wiha wek meşrû û caiz bê qebûlkirin divê di serî de garantiya sermiyan û qezenceke sabit nebe. Te, di pirsa xwe de diyar kiriye ku we, sened îmze kiriye û şirîkê te her mehê kareke sabit dide te. Yanî wisa xuya dike ku him ji bo sermiyan him jî ji bo karê garantiyek hatiye dayîn. Heke şirîkatiya we bi vî rengî be, qezenca ji wî pereyî wek faîzê ye.

Lê ji bo vê meseleyê pêşniyaza me wiha ye:

Hûn dikarin li ser sermiyan-kedê şirîkatiyekê bikin. Peymanekê di navbera xwe de çêbikin û di wê peymanê de diyar bikin ku dê ew sermiyan di kîjan waran de (heta ji bo çiqas wextî û ji bo kirîn û firotina kîjan mal û berheman û hwd.) bê îstifadekirin û kara ku dê bê kirin, hûn ê li gorî kîjan rêjeyê di navbera xwe de behr bikin. Her wiha hûn ê di peymana xwe de binivîsin dema we zirar kir dê ev zirar ji kîsî sermayedar be û di muqabilî vê zirarê de şirîkê din jî dê keda xwe ji dest bide. Ji bilî vê hûn dikarin di peymana xwe de diyar bikin, yên ku wî sermiyanî digire heke ji ber qasit, qisûr an jî ihmala wî zirarek çêbibe divê wê zirar û ziyanê ji kîsî xwe temîn bike. Wê çaxê şirîkatiya ku hûn ê bikin û qezenceke bi vî awayî dê caiz be.

Doç. Dr. Servet Bayındır