Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov bi şirketên factorîng re bixebite?

Pirs: Şirketa me bi derwelêt re tîcaretê dike û ji roja avabûna xwe û heta niha, bi sermiyana xwe ya xwemalî, tîcareta xwe dewam dike. Muşteriyên ku em tim bi wan re dixebitin, di muqabilê çekan de, mal û berheman ji me dikirin. Lê halê hazir bankên beşdariyê, selefdariyê nakin ku çekan beriya mohleta wan wek temînat bigirin û di muqabilê wê de, em belgeya temînatê yan jî mal û berheman bigirin. Wek sedem jî dibêjin, em dikarin bes herî zêde ji sedî 20ê çekê wek temînatê bihesibînin. Ji ber vê, em jî mecbûr dimînin li hêviya mohleta çekê dimînin û ji ber vê yekê jî muşteriyên me berê xwe didin cihên din. Lê şirketên factorîng dixwazin em heman çekê yan jî pereyê xwe temlîk bikin û dixwazin temlîkê wek temînatê werbigirin û bi vî awayî ji bo wergirtina mal û berheman rêjeya komîsyonê daxin da ku ji bo me fînansê bidin. Bi vî awayî şirketa ku em jê re mal û berheman difiroşin, heke top biavêje jî yan jî êdî nikaribe deynê xwe bide, ji bo ku pereyê ku em ê bigirin, temlîk dike, riskê jî digire ser milên xwe. Yanî bi vî awayî ji vî karî tu zirar û ziyana me çênebe. Gelo caiz e ku em bi vî awayî bi factorîngê re bixebitin? Heke ne caiz be divê em peymaneke çawa bikin?

Bersiv: Di vê sepandinê de ku te behsa wê kir, derfeta ku şîrketa factorîngê ji bo we temîn dike, wek wê derfetê ye ku banka, ji bo xwediyên kartên krêdiyê didin. Du ferqên vê ji wê yekê heye:

1-  Heke xwediyê karta krêdiyê bi buhayê 100 lîreyî danûstandin kiribe, 100 lîreyî radizîne bankê. Komîsyona ku banka digirin, di şûna ku ew bide firoşkar wek teamul firoşkar wê komîsyonê didin bankê. Lê hûn di her halî de wê komîsyonê didin şiketa factorîngê. Ev muamele tesîrê li esasê nake.

2- Ferqa we ya girîng ew e ku pereyên ku hûn ê bigirin ku we beriya roja wê temlîk kiriye, wê rojê ji aliyê şirketa factorîngê ve tê tehsîlkirin û deynê we ji wî pereyî tê dayîn. Kesê deyndarê we ye, heke deynê xwe nede jî ji bo ku şirket li we venagere, nîşan dide ku kefilê deyndar e. Komîsyona ku şirket digire jî ji bo ku têkiliyê di navbera wan kesan de bi rê ve dibe ku him ji bo we mal û berheman difiroşin û him jî deyndar in, heqê wê ye.

Wek encam mirov dikare bibêje kar û barên ku wek li jorê behsa wê hat kirin, ji bo we caiz e. Ev fetwa ne derbarê kar û barên din ên şirketên factorîngê de ye.