Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov masiyên akvaryûmê xwedî bike û tîcareta wan bike?

Pirs: Ez bi xwe kêfa min tê ku masiyên akvaryûmê xwedî bikim û wan zêde bikim. Gelo mirov tîcareta van masiyan bike, caiz e yan na?

Bersiv: Li gorî qaîdeyeke navdar a di fiqha Îslamê de “tiştê herî girîng di eşyayê de îbahe ye.” Yanî heke ji bo herambûna tiştekî delîleke teqez (ayet an hedîsek) tune be, ew tişt wek helal tê qebûlkirin. Ji bo ku li ser xwedîkirin, zêdekirin û tîcareta masiyên akvaryûmê de delîlek tuneye ku wê qedexe dike, tu mehsûr nîne ku mirov masiyên akvaryûmê xwedî bike û tîcareta wan bike.