Fetwayen Kurdi

Tevî ku wextê teqawidiya mirov hatibe ma caiz e ku mirov hêj bixebite?

Pirs: Tevî ku wextê teqawidiya kesekî hatibe û wek madî jî tu hewcedariya wî tune be, ew kes hêj bişixule ma meaşê ku bigire heram e?

Bersiv: Dînê Îslamê dînekî wisa ye ku her tim însan teşwîq kirine da ku bixebitin. Lê têgeha teqawidbûnê tegeheke modern e. Dema kesek teqawid bibe ne hewce ye ku dev ji kar û şixul berde. Dema bixebite jî meaşê ku bigire ji bo ku muqabilê qeda wî ye, lê helal e.