Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov ji xwe re qehwexaneyekê veke?

Pirs: Ma li gorî dînê me guneh e ku mirov ji xwe qehwexaneyekê veke û tê de bixebite? Yanî qezenca ji karekî wiha helal e yan na?

Bersiv: Bi şertê ku hûn destûra qumar û lîstikên bi vî rengî nedin ku Xwedê ew qedexe kirine, hûn dikarin  ji xwe re qehwexaneyekê vekin û tê de bixebirin. Her wiha ku hûn li wê derê kitêb, kovar û weşanên di feydeya xelkê de jî temîn bikin, baştir e.