Fetwayen Kurdi

Saziyên ku dersên onlîne didin ma caiz e ku heqê dersan bigirin?

Pirs: Hin malperên înternetê bi heqê xwe dersên ziman didin. Kursiyer jî bi vî awayî dikarin li dersan temaşe û guhdarî bikin. Lê nikarin wan dersan li kompûtera xwe qeyd bikin. Li ser vê hin kes dibêjin ji ber ku mirov nikare wan dersan ji bo kompûtera xwe daxe û qeyd bike, ev danûstan ne li gorî Îslamê ye. Gelo malperên perwerdeyê yên bi vî awayî caiz in ya na?

Bersiv: Malperên bi vî rengî, heqê dersên ku didin, digirin. Derfeta ku bidin hûn wan dersan ji bo kompûtera xwe qeyd bikin, tiştekî din e. Ew dikarin ji bo xizmeteke wiha dawa pereyekî bikin.