Fetwayen Kurdi

Ji ber karê xwe ma ez û jinek dikarin bi tena serê xwe bimînin?

Pirs: Ez şêwirmedê psîkolojiyê me. Ma ez dikarim ez û jinek bi tena serê xwe bimînin û wek şêwirmendê derûnasiyê karê we bikim. (Şêwirmendiya psîkolojîk: Ji bo wê şêwirmendiya ruhî tê gotin ku mirov bi kesekî/ê re bi tena serê xwe dimîne û pê re xeber dide.)

Bersiv:  Wek dînî ne caiz e ku tu û jinek bi hev re di odeyeke kilîtkirî de, bi tena serê xwe bimînin. Divê ya li ba we kesekî/e din hebe yan jî divê odeya te musaît be ku her gavê kesekî din karibe têkevê.

Hedîseke ku ji Cenabê Pêxemberê me hatiye riwayetkirin wiha ye:

Bila tu zilam neçe ba jineke ku bi tena serê xwe ye, heke li balê yek du kes hebin dikare biçe.” (Muslim, Selam 8 (2173).

Heke eqrebe be jî divê mirov xwe ji rewşên wiha dûr bixe û divê jin û mêrek bi hev re bi tena serê xwe nemînin. Ji bo xwendina bersivke din a li ser vê meseleyê ji kerema xwe serî li vê lînkê bidin.

www.fetva.net/yazili-fetvalar/yakin-akraba-arasinda-mahremiyet.html