Fetwayen Kurdi

Ma caiz e ku mirov ji xwe re salona dawetê bişixulîne?

Pirs: Salona min a dawetê heye. Tiştên ku di salona me de tên îkramkirin, pasta û meşrûbat in. Di dawetên me de, jin û mêr li heman cihî reqsê dikin. Bi vî awayî wek xwediyê salonê qezanca min helal e yan heram e?

Bersiv: Ne caiz e ku jin û mêrên Misilman li heman cihî reqsê bikin. Wek Misilmanek salona ku tu didî şixulandin, divê bi wî awayî be ku rê li ber vê yekê bigire. Lê ji bo ku tu pereyê xwe di muqabilî kirêkirina salonê de qezenc dikî, qezenca te ne heram e.