Fetwayen Kurdi

Ma Misilmanek dikare ji xwe re înternet cafeyekê veke?

Pirs: Ma Misilmanek dikare ji xwe re înternet cafeyekê veke?

Bersiv: Bi niyeta ku bila însan wextê xwe vala derbas bikin, têkevin malperên pornoyê, jinek bi mêrekî re yan jî mêrek bi jiinekê re sohbetên mustehcen bike, mirov nikare înternet cafeyekê veke. Lê heke bi niyeta ku bila ciwan wextê xwe vala derbas nekin, li qehwexaneyan beredayî rûnenên û bi hizra ku qe nebe mirov berê wan bide karekî bixêr, mirov dikare înternet cafeyekê veke. Lê divê mirov ji bo vê jî gelek hesas be. Ji bo ku tu kes nikaribe têkeve malperên mustehcen, ên qumarê û malperên bi vî rengî, divê mirov tedbîrên hewce bigire.

Li gorî me, divê rê li ber chatê jî bê girtin. Çimkî chat dibe sedem ku bi mirovan re nexweşiyên psîkolojîk ên bêderman peyda bibin û rê li ber bêexlaqiyê vebe. Her wiha chat dibe sedem ku însan bi navên mustear derewan bikin, jin û mêr bi hev re sohbetên mustehcen bikin û bi vî awayî bêexlaqiyên cinsî pêk werin û malbat belavela bibin. Divê Misilmanek nekeve xefikên bi vî rengî.

Cenabê Pêxemberê me diyar dike ku piraniya însanan di meseleya derbaskirina wextê xwe yê vala de, xwe dixapînin. Li gorî vê divê Misilmanek di vextê xwe yê vala de, tiştên bifeyde bike. Divê Misilmanek wextê xwe yê vala bi tiştên bêfeyde yên wek chatê heba neke ku ev yek ne li gorî exleqê Misilmanekî ye. Loma mirov nikare wek mezûr bihesibîne ku mirov bibe wesîleya karên wiha yên bêfeyde.