Fetwayen Kurdi
Destdana Qur’anê û desmêj?

Destdana Qur’anê û desmêj?

Pirs: Ma ji bo destdana Qur’anê şert e ku mirov bi desmêj be?

Bersiv: Ji bo xwendin, guhdarkirin û destdana Qur’ana Pîroz, ne lazim e ku mirov bi desmêj be yan jî desmêj bigre. Lewra li gorî ayeta 6em ji sûreyê Maîde ya ku terîfa desmêjê dike û li gorî hedîsên Pêxember (s.a.w) ên sehîh, girtina desmêjê ne ji bo xwendin an jî destdana Qur’ana Pîroz, belbî ji bo nimêjkirinê şert e. Hukmê ku di berhemên “‘Ilmihalan” de derbas dibe ku: “Destdana Qur’ana Pîroz, bê desmêj ne durist e.” ‘emel pê nayê kirin. Lewra hedîsên di derbarê wê de zeîf in.

Di meseleyeke wiha girîng bi hedîsên zeîf helal an jî heram nayê diyarkirin.

Di der barê di dema xwendina Qur’anê de divê çi were kirin Xwedê Teala ayeteke serbixwe hinartiye û wiha ferman kiriye:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze.” (Nehl, 16/98)

Wekî ku tê dîtin di dema xwendina Qur’anê de ji bilî xweparastina bi Xwedê tu fermaneke din nehatiye kirin.

Kesên ku dibêjin ji bo destdana Qur’anê desmêj şert e, ev ayeta han “Ji yên hatine paqijkirin pê ve tu kes nikare dest bidê.” (Waqîe, 56/79) delîl digrin û dibêjin ku mebest ji îfadeya yên hatine paqijkirin jî, yên bi desmêj in. Halbukî dema bi balkêşî ev ayet bi ayetên pêş û paş re were xwendin, dê bê dîtin ku di wir de ne behsa destdana Qur’anê bi desjmêj tê kirin. Li berevajî vê qala tiştekî din tê kirin. Ayetên têkildar wiha ne:

Naxêr! Ez bi cihê wan stêran sond dixwim ku -heke hûn bizanibin ev, sondeke pir mezin e- bê guman ev, Qur’aneke pir birûmet e di kitêbeke parastî (Lewhul Mehfûzê) de ye. Ji yên hatine paqijkirin pê ve tu kes nikare dest bidê. Ew ji aliyê Rebbê alemê ve hatiye hinartin.” (Waqîe, 56/75-80)

Gava ku ev ayet digel ayetên têkildar were xwendin -wekî Fexreddîn Razî jî bi awayekî rast destnîşan kiriye- diyar dibe ku di ayeta 79an de ne behsa Mushefa ku îro di destê me de ye; qala makametna ku di Lewhul Mehfûzê de hatiye tomarkirin, dike. Ayetên li jêr vê yekê destnîşan dikin:

Bi rastî ev kitêba ku ji te re hatiye wehîkirin, Qur’aneke qedirbilind e di Lewhul Mehfûzê de parastî ye.” (Burûc, 85/21-22)

Hatiye diyarkirin, Qur’ana ku eslê wê di Lewhul Mehfûzê hatiye parastin bi tenê yên hatine paqijkirin ango melek dikarin dest bidinê. Jixwe ev, nêrîna ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas, ji tabiîyan Seîdê kurê Cubeyr û ‘Ikrime ye jî. İmam Maturidî jî di tefsîra xwe de tercîha vê nêrînê kiriye.

Lewra îfadeya “la yemessuhu” (لَا يَمَسُّهُ) ya ku di ayetê de derbas dibe, ne bi wateya “bila dest nedinê” ango ne nehi û qedexe ye; di wateya “nikare dest bidê” ango îbareyeke nefyê ye ku neyêniyê îfade dike.

Wekî din jî li gorî rêzimana zimanê ‘Erebî, heke ev îfade bi wateya nehyê bûna dê îrabeyê wê ne -wekî ku îro di Mushefa di destê me de- “la yemessuhu” (لَا يَمَسُّهُ) bûna. Dê la yemseshu (لَا يَمْسَسْهُ) an jî la yemessehu (لَا يَمَسَّهُ) bûna.

Mîna ku diyar dibe derxistina hukmê ku di destdana Qur’anê de divê mirov bi destmêj be -wekî ku bi awayekî belavbûyî di kevneşopiyê de tê gotin- ji aliyê rêzimana zimanê ‘Erebî ne pêkan e.

Heke em ji aliyê riwayetan li meseleyê mêze bikin rewşeke cuda ji ya li jor borî dernakeve holê. Li ser meseleyê ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, carekê Pêxember (s.a.w) ji avrêjê derket, xwarin jê re hatibû amadekirin. Ên li wê derê gotin ku “Ji bo girtina desmêjê em ji te re avê bînin?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiva wan da: “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê.”

Pêxember (s.a.w) bi gotina “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê” îşaretî bi bal ayeta 6em ji sûreyê Maîde “Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn nimêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişon…” ve kiriye û îfade kiriye ku fermana bi girtina desmêjê, ji bo nimêjê ye. Ne ji bo tu tiştekî din e.

Heke ji bo destdana Qur’anê desmêj şert bûna dê bigota: “Bi tenê dema ku ez ê rabim nimêjê û gava dest bidim Qur’anê, emrê min hatiye kirin bi girtina desmêjê.

Jêder: Yahya Şenol, “Bize Soruyorlar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2016, Jimar: 12, rp: 98-99.