Fetwayen Kurdi
Xwendina Qur’anê û girtina serî?

Xwendina Qur’anê û girtina serî?

Pirs: Di dema xwendina Qur’anê de ma divê ku pîrek serê xwe bigrin? Ango pîrek dikarin servekirî Qur’anê bixwînin?

Bersiv: Naxêr, ne lazim e ku pîrek serê xwe bigrin. Pîrek, bi tenê li pêşberî zilamên biyanî û di dema kirina nimêjê de divê ku serê xwe bigrin. Dema li cem jinan bin an jî li malê li ba mêrê xwe, zarokên xwe, bavê xwe, xezûrê xwe, birayên xwe û li cem biraziyên xwe bin, ne lazim e ku serê xwe bigrin.

Xwedê Teala di ayeta 31an ji sûreyê Nûr wiha ferman dike:

Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigrin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …” (Nûr, 24/31)

Di der barê dema mirov dê Qur’ana Pîroz bixwîne de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Çi dema te dest bi xwendina Qur’anê kir, vêca xwe bi Xwedê ji şeytanê recîm biparêze” (Nehl, 16/98)

Li gorî vê ayetê, çi zilam dibe çi jî pîrek, dema mirov dê Qur’ana Pîroz bixwîne bi tenê ji mirov tê xwestin ku mirov xwe bi Xwedê ji şeytên biparêze. Ji bilî vê, tu fermaneke din tuneye. Ji ber vê yekê ye ku pîrek dikarin servekirî jî Qur’anê bixwînin. Tu ayet an jî hedîseke ku di dema xwendina Qur’anê de sergirtinê emir an jî tewsiye bikin tuneye.

Pîrek, di dema xwendina Qur’anê de heke pêrgî secdeya tîlawetê bên, dikarin wê jî servekirî bikin. Di vê de tu mehzûrek tuneye. Lewra secdeya tîlawetê ne di hukmê nimêjê de ye, servekirî tê kirin. Saziya fetwa û lêkolînên zanistî el-Lecnetu’d-Daîme (Heyet, el-Lecnetu’d-Daime, VII, 263, jimara fetwayê: 13376) jî wiha bersiv daye.

Jêder: Yahya Şenol, “Fetvalar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Rêbendan-Adar 2015, Sal: 2, Jimar: 8, rp. 54-55.)

Etiketler: xwendina Qur’anê servekirî, pîrek kengî serê xwe digre, girtina serî di gava xwendina Qur’anê de, berî xwendina Qur’anê divê çi bê kirin