Fetwayen Kurdi
Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in?

Ma temamê ayetên Qur’anê ne 6.666 ayet in?

Pirs: Hînî me kirin ku “Qur’an 6.666 ayet e.” Lê belê min jimart; 6.236 ayet derket! Bi rastî Qur’an çend ayet e û ev jimara 6.666an ji ku tê?

Bersiv: Di der barê jimara ayetên Qur’anê de di nav zanyaran de hin cudahî derketine holê. Hin sedemên vê cudahiyê  hene. Ev jî; ji aliyê hin kesan ve qebûlkirina hin cihan wekî dawiya ayetê, besmeleyên di destpêka sîreyan de û jimartin an jî nejimartina Ya-Sîn, Ha-Mîm, Elîf-Lam-Ra û hwd. ji  hurûfê muqette’ wekî ayetên serbixwe, qebûlkirina hin ayetên ku di Mushefê de wekî ayetekê cî girtine bi du yan jî sê ayetan û wekî din in.

Alimên ku pêgirên mezhebê Besra, Kûfe, Mekke û Medîneyê ne di der barê jimara ayetên Qur’anê de nerînên ji hev cuda avêtine holê.

Li gorî İmam Nafî’ –yê ku pêşiyê alimên Medîneyê ye– Qur’an 6.217, li gorî Şeybeyê Îbn Nisah –yê ku ji paşiyan e– 6.214, li gorî Ebû Ce’fer 6.210 ayet e.

Li gorî Mekkiyan jimara ayetan 6.219 an jî 6. 220, li gorî alimên Şamê 6. 220, li gorî zanyarên Besrayê 6.205, li gorî alimê Kûfeyê jî 6.236 ayet e.

Ji tefsîrzanan Zemexşerî angaşt kiriye ku Qur’an 6.666 ayet e, jixwe di nav gel de herî pir ev nerîn belav bûye.

Lê belê mushefa ku îro li ber destê me ye û ya ku di cîhana Îslamê de herî zêde meşhûr e li gorî rêbaza Kûfeyê hatiye amadekirin û di wê her wekî ku her kes bi awayekî hêsan dikare hesab bike ji 6.236 ayetan pêk tê. Tê ragihandin ku ji Xelîfeyan Eliyê kurê Ebû Talib jî wiha difikirî.  (Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: Hasan Keskin, “Âyetlerin Sayısı Hakkındaki İhtilaf Nedenleri”, Cumhuriyet Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, 2009, c: 13, jimar: 2, rp: 49-67)

Sedemê cudahiya jimara ayetan li jor hat ravekirin. Ev nayê wateya ku Qur’ana di destê Kûfiyan de ye ji aliyê metnê ve ji ya li ber destê Mekke, Şam an jî ya Besriyan e cuda ye! Her kes li gorî rê û rêbaza xwe; lê belê li ser heman Qur’anê şîroveyên xwe kirine. Ji ber vê yekê bi nihêrtina li cudahiya jimara ayetên Qur’anê – li gorî mezhebên cuda– mirov nikare angaşt bike ku di mushefa îro di destê me de ye zêdeyî yan jî kêmayî heye.

JÊRDER: Yahya Şenol, “Fetvalar”, Kitap ve Hikmet Dergisi, Ocak-Mart 2015, Yıl: 2, Jimar: 8, rp: 54.