Fetwayen Kurdi
Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin?

Ma herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bê navgîn hatine hinartin?

Pirs: Di hin riwayetan de tê diyarkirin ku herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere di şeva Mîracê de bêyî navgîniya Cebraîl hatine wehîkirin. Hûn dikarin di vê mijarê de agahiyê bidin? Ango ma bi rastî jî herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bêyî navgîniya melek, Pêxemberê me rasterast ji Xwedê Teala girtine?

Bersiv: ‘Ebdullahê kurê Mesûd wiha gotiye: “Di mîracê de sê tişt ji Resûlullah re hatine dayîn. Ev jî: Pênc wext nimêj, ayetên dawî ji sûreyê Beqere û -ji bilî şirkê- dê gunehên mezin yên ummeta wî bên bexşandin.” (Muslim, Îman, 76; Wekî din bnr: Tirmizî, Tefsîru’l-Qur’an, 53; Nesaî, Selat, 1; Buxarî, Selat, 1, Musned, 1, 422; Muslim, Îman, 74)

Heke em ji Qur’anê bi xwe li ser mijara ka ayet çawa ji Resûlullah re tên wehîkirin lêkolînê bikin, em ê bibînin ku ev li gorî azîneyekê pêk tê. Xwedê Teala di der barê ka bi mirovan re çawa diaxive de wiha ferman kiriye:

Xwedê bi beşerekî re bi tenê bi rêya îlhamê yan ji pişt perdeyê yan jî qasidekî bişîne; vêca bi destûra Xwedê ya ku Ew tercîh bike wehî bike pê ve bi tu kesî re naaxive. Bi rastî jî Ew bilind e, karbinecih e.” (Şûra, 42/51)

Dema em li ayetê binêrin tê dîtin ku Xwedê Teala sirf bi sê rêyan bi mirovan re diaxive. Hatiye îfadekirin ku yek ji vana, rêya wehyê ango îlhamê ye. (Ebû ‘Ebdullah Fexreddin Muhemmedê  ‘Umer er-Râzî (ö. 606/1209), et-Tefsîru’l-Kebîr, Daru Îhyai’t-Turasi’l-‘Erebi, Beyrût 1999/1420, IX, 611) Babeteke din a ku di ayetê de hatiye diyarkirin, xeberdana ku ji pişt perdeyê tê kirin. Minaka sêyem ya ku Xwedê Teala bi mirovan re xeber dide, wehya ku Xwedê bi rêya qasid dişîne.

Tê fêhmê ku wehyên bi rîsaletê (ragihandinê) ve eleqedar in bi tenê bi rêya melek tê hinartin. Wehyên bi vî rengî, sirf û bi tenê ji pêxemberan re tên hinartin (Beqere, 2/113; Nîsa 4/163) û ji aliyê Xwedê Teala ve tên parastin (Cin, 72/27, 28).

Çend ayetên di der barê ku ayetên Qur’anê bi navgîniya Cebraîl tên wehîkirin wiha ne:

Bibêje: Kî, dikare bibe dijminê Cebarîl? Qur’ana ku yên beriya xwe rast didêre û ji bo bawermendan rêber û mizgîn e -bi destûra Xwedê- wî nazil kiriye ser dilê te.” (Beqere, 2/97)

“Ruhul Emîn (Cibraîl) ew nazil kiriye ser dilê te da ku tu bibî ji hişyarkeran.” (Şu‘era, 26/193-194)

Di çarçoveya van ayetan de tê fêhmê ku Xwedê Teala, ya bi rêya îlhamê (wehyê), ya ji pişt perdeyê yan jî bi şandina qasidekî bi temamê mirovan re dipeyive. Ev hem ji bo pêxember hem jî însanên din e. Lê belê wehya bi rîsaletê ango bi ragihandinê ve têkildar bi tenê xasî bi pêxemberan e û te fêhmê ku ew jî sirf bi navgîniya Cebraîl tê. (Ji bo agahiyên berfirehtir bnr: bkz: Fatih Orum, Kur’an ve Sünnet Temelinde Kur’an’ı Anlama Usûlü,  rp: 48-61)

Ji ber vê yekê riwayeta di der barê ku herdu ayetên dawî ji sûreyê Beqere bêyî navgîniya Cebraîl, Resûlullah rasterast ji Xwedê Teala girtiye, di serî de bi ayeta 51ê ji sûreyê Şu‘era û bi azîneya daketina wehya Qur’anê re nakok e.