Fetwayen Kurdi
Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin?

Ji bo têgihîştina Qur’anê di esra seadetê de komxebatî dihat kirin?

Pirs: Di mijara ravekirina Qur’anê bi Qur’anê de hûn her dem balê dikişînin ser karê bi hev re. Baş e lê belê, derxistina agahî û zanayiyên rast û durist ji tiştên ku ji Qasidê Xwedê Teala tên û em bi “hikmetê” wan bi nav dikin, gelo bi heman rê û rêbazê hatine bidestxistin? An jî di vê mijarê de ji qasidan re îmtiyaz û cihêwaziyek heye?

Bersiv: Qasidê Xwedê Teala ji me re mînaka herî xweşik e. Ew, di babeta ka hikmet çawa tê derxistin jî ji me re mînak e. Di ayetên pêşîn ji sûreyê Muzzemmil de tê ragihandin ku wî, di dema Mekkeyê de bi komek ji hevalên xwe bi şevê dixwendin û di vê xwendina xwe de jî li ser esasê “tertîl”ê (bi hûrbûna li ser wateyên wê), Qur’an dixwendin. Û ji ayeta paşîn ji heman sûreyî ya tê gotin ku li Medîneyê hatiye hinartin, tê fêhmê ku ew rewş demeke dirêj dewam kiriye.

Eger rewş ne wisa bûna, piştî wefata wî dê tu kesê ku vî karî bizanibûna, hînbibûna û bidana hînkirin, tune bûna! Encax, bûyer ne wisa ye. Heta di dema ku Qasidê Xwedê hîn li jiyanê bûye ji ber ku pêvajoya wehyê hîn dewam dikir, em dibînin ku tesbîtên wî û yên derdora wî hin caran bi wehyê hatine sererastkirin. Ev derfeta ha di destê me de tuneye. Ên ku dê şaşiyên me sererast bikin, dîsa yên mîna me ji wan ên ku hewl didin di mijarên wiha de hikmetê derxin holê ne.

Ji bo agahiyên befirehtir di der barê têkiliya sunet û hikmetê de em tewsiye dikin ku hûn nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html