Fetwayen Kurdi
Ma Xwedê Teala hin Cihû mirandine û piştre vejandine?

Ma Xwedê Teala hin Cihû mirandine û piştre vejandine?

Pirs: “Vejandina careke din” ya ku di ayeta 56an ji sûreyê Beqere bi çi wateyê ye?

Bersiv: Heke hûn ayeta 56an ji sûreyê Beqere digel ayetên pêş û paş  bixwînin, hûn ê bibînin ku Cihûyên di serdema Hz. Pêxember de dijiyan muxateb in. Xîtab bi wan re bi îfadeyên “We wiha kiribû”, “We wiha gotibû”, “We hev dikuşt” û hwd. tê  kirin lê tiştên ku hatine serê pêşiyên wan tên vegotin.

“We rojekê jî wiha gotibû: ‘Hey Mûsa! Heya ku em bi çavên xwe Xwedê  aşkere nebînin em baweriyê bi te nayînin.’ Li ser vê, wê teqereqa dijwar hûn hejandin  û bêhişane we temaşe dikir.

Piştî mirina we, Me dîsa hûn sax kirin, da ku hûn spasîya Xwedê bikin.” (Beqere, 2/56-57)

Îfadeya “Piştî mirina we, me dîsa hûn sax kirin” jî wiha ye. Ji wan re hatiye ravekirin ku pêşiyên wan piştî wê bûyerê (lêdana birûskê) bi temamî ji holê ranebûne, careke din heyat dîtine û nijada wan gihaştiye hengama (rojên Medîneyê) hinartina vê ayetê.