Fetwayen Kurdi
Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike?

Ma berî jidayikbûna Hz. Îsa, hatiye diyarkirin ku dê îmtihana dunyayê qezenc bike?

Pirs: We ayetên 45-46an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve rave kirine. Lê belê we meseleya ku Hz. Îsa hîn berî were dunyayê dê li axretê bibe ji bendeyên nêzî (muqerrebûn) Xwedê, aşkere nekiriye. Hûn dikarin vê beşê jî rave bikin?

Bersiv: Îsa aleyhisselam, li gorî peywira ku dê lê were barkirin hatiye afirandin û ji dayika me Meryemê re mizgîniya ku dê bibe zarokekî xwedî qabiliyetên mezin, hatiye dayîn. Lê belê ev mizgînî, qezenckirina îmtihanê ji bo Îsa aleyhisselam misoger nake. Lewra ev soza ku di ayeta jêr de ji wî jî  hatiye girtin:

Ji bîr meke, Me ji temamê pêxemberan peyman girt. Ji te, ji Nûh, ji Îbrahîm, ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryemê…  Me ji her pêxemberekî sozeke mikûm û giran  girt. Da ku ji rastgoyan pirsa rastiya wan bike û ji kafiran re jî ezabekî cansoj amade kiriye.” (Ehzab, 33/7-8)

Wekî din, ka em li ser vê ayetê jî bihizirin:

“(Ya Muhemmed!) Bi rastî bi bal te ve û bi bal pêxemberên beriya te e wiha hatiye wehîkirin: ‘Heke tu (ji Xwedê re) şerîkan çêkî, karên te dê pûç bibin û tu dê bibî ji yên xesirî.’ Naxêr; bi tenê ji Xwedê re îbadetê bike û bibe ji şukirdaran.” (Zumer, 39/65-66)