Fetwayen Kurdi
Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin?

Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin?

Pirs: Ma divê em ayeta 45an ji sûreyê Alî Îmran ji aliyê qederê ve çawa fêhm bikin?

Bersiv: Ayetên 45 û 46an ji sûreyê Alî Îmran wiha ne:

Rojekê melayîketan ji Mereyê re gotin: Meryemê! Xwedê bi gotineke[1] ji cem xwe mizgîniyê dide te. Navê wî Mesîh e; Îsayê kurê Meryemê. Ew ê hem li dinyayê hem jî li axretê bibe yekî rûmetdar û ji yên nêzî Xwedê. Ew ê di dergûşê de û di navseretiyê de jî bi mirovan re bipeyive û ew ê bibe ji salihan.”

Xwedê Teala her mirovî, da ku bibe ji qenc û salihan wiha afirandiye, lê belê qîmeta yên ku şaşiyan dikin daxistiye. Sûreyê Tîn wiha ye:

1) Bi hejîr û zeytûnê,

2) Bi çiyayê Sînayê,

3) Bi vî bajarê ewle sond dixwim ku,

4) Bi rastî jî Me însan di şeklê herî rind û tekûz de afirandiye.

5) Paşê (ji ber kirinên xerab) Me ew daxist cihê herî nizm.

6) Yên bawerî anîne û emelê salih kirine cuda ne. Ji wan re perûyeke qut nabe heye.

7) Hey însan, êdî ew çi ye ku hîn jî te ji vî dînî bêbawer dike?

8) Erê, ma Xweda ne mikûmtirîn fermanrewan e.

Hişyariya ku li temamê mirovan hatiye kirin, li Îsa aleyhisselam û tekevê pêxemberan jî hatiye kirin:

Bibêje: ‘Gelî nezanan! Ma hûn li min emir dikin ku ez ji bilî Xwedê îbadeta tiştekî din bikim?’ Bi rastî bi bal te ve û bi bal pêxemberên beriya te e wiha hatiye wehîkirin: ‘Heke tu (ji Xwedê re) şerîkan çêkî, karên te dê pûç bibin û tu dê bibî ji yên xesirî.’ Naxêr; bi tenê ji Xwedê re îbadetê bike û bibe ji şukirdaran. Wan qedrê Xwedê bi awayekî ku layîqî Wî be negirt. Hal ev e ku roja qiyametê erd tev di destê Wî de ye. Asîman jî li rastê Wî li hev pêçandî ye. Ew, ji tiştên ku ji Wî re dikin şerîk pak û bilind e.”  (Zumer, 39/64-67)

Ji bîr meke, Me ji temamê pêxemberan peyman girt. Ji te, ji Nûh, ji Îbrahîm, ji Mûsa û ji Îsayê kurê Meryemê…  Me ji her pêxemberekî sozeke mikûm û giran  girt. Da ku ji rastgoyan pirsa rastiya wan bike û ji kafiran re jî ezabekî cansoj amade kiriye.” (Ehzab, 33/7-8)

Bi sedema ku Îsa aleyhisselam berê wefat kiriye di Qur’anê de di der barê wî de pesn û wesfê wî tê dayîn. Lê, ji ber ku di dema hinartina Qur’anê de Muhemmed aleyhisselam hîn li jiyanê bû divê ku em van gotinên wî û ayet li jêr baş fêhm bikin:

Ji Ensarîyan Ummu’l-Ala dibêje ku: Gava ji bo Muhaciran pişk hat kişandin ‘Usmanê kurê Mez‘ûn para me ket. Me ev li malên xwe bi cî kir. Piştre bi nexweşiya ku tê de jiyana xwe ji dest da ket. Dema mir hat şûştin û di kincên xwe de hat kefenkirin. Muhemmed alehisselam ket hundir. Di wê wextê de min got ku: ‘Ebû Saib! (leqeba ‘Usmanê kurê Mez‘ûn e)’ Xwedê rehma xwe li te bike. Bi rastî ez şahid im ku Xwedê îkrama te kiriye.’ Li ser vê, Muhemmed aleyhisselam wiha got: ‘Tu çi zanî ku Xwedê îkrama wî kiriye?’ Min got ku, “Ey Qasidê Xwedê, bavê min bi qurbana te be, ma Xwedê dê îkrama kê bike?” Muhemmed aleyhisselam ferman kir ku: “Belê, rastiya ku qet reva jê tuneye gihaştê. Bi Xwedê, ez ji bo wî her hêviya xêrê dikim. Lê belê, digel ku ez Qasidê Xwedê me jî, ez nizanim ka çi li pêşiya min e.

Ummu’l-Ala got ku: Wellahî piştî vê, êdî min tezkiya kesekî  nekir.” (Buxarî, Cenaiz, 3)

Ayetek wiha ye:

Bibêje: Ez ne pêşîvanê qasidan im; ez nizanim dê çi ji min û çi ji we jî bê kirin. Ez tenê didim pey wehya ku ji min re tê. Ez bes hişyarkerekî aşkere me.” (Ehqaf, 46/9)

Ji bo pirs-bersiveke têkildar ji kerema xwe re serî li navşîna jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=4163

[1] “Gotin”, Îsa aleyhisselam e. Bi sedema ku bi fermana Xwedê “bibe” bê bav ji diya me Meryemê çêbûye, ev nav girtiye. Ayeta 47an me ji vê agahdar dike.