Fetwayen Kurdi
Di dayina deyn de meriv karê bike gelo caiz e yan jî dibe faîz?

Di dayina deyn de meriv karê bike gelo caiz e yan jî dibe faîz?

Pirs: Di Banka Beşdar de hin pereyên min ên razandî hene. Her meh, para qezenca min didin min. Hevalekî min dê xaniyekî bikire û ji min re dibêje ku “pereyên xwe yên bankê bide min û tiştê ku ew didin te ez ê jî bidim te.” Ma ev muamele dikeve bin hukmê faîzê yan na?

Bersiv: Eger mirov bi dayina deyn feydeyekê bidest bixe, dibe faîz. Dema hûn li Bankên Beşdar pereyên xwe radizênin hûn bi wan re peymana kar û zirarê dikin. Lê belê hevalê we peymana şerikantiyê ji we naxwaze, belbî ji we pereyan bi deyn dixwaze. Yanî kara ku bi vî awayî ji deyn were, dibe faîz.

Eger hûn ê bi deyn bidinê, divê ku bi şertê hûn ê heman tiştî jê bigirin û li gorî ayeta 282’yem ji sûreyê Beqere di hizûra du şahidan, derbasî nivîsê bikin û qeyd bikin, bidin.

Ji kerema xwe re serî li lînka jêr jî bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/katilim-bankalarina-para-yatirmamizda-bir-sakincasi-var-mi.html