Fetwayen Kurdi
Hukmê meriv deynê karta xwe ya krêdiyê di dema wê de nede çi ye?

Hukmê meriv deynê karta xwe ya krêdiyê di dema wê de nede çi ye?

Pirs: Eger em deynê karta xwe ya krêdiyê di wexta wê de nedim, gelo em dibin mîna ku me faîz xwaribe?

Bersiv: Eger bi sedem bêderfetî û bêîmkaniyan we deynê karta xwe ya krêdiyê dereng razandibe, hûn ne berpirsyar in. Lê belê divê hûn hîn mehek berê baş bihizirin û hesabê xwe baş bikin da ku faîz pêk neyê.

Digel ku derfeta dayinê hebe û hûn deynê karta xwe dereng bixin, di vê rewşê de we faîz nexwariye belbî we daye xwarin. Çendî xwarina faîzê heram be her wisa danxwarina faîzê jî heram e. Pêxember (s.a.w) wiha ferman kiriye:

Kesê faîzê dixwe û yê dide xwarin, laneta Xwedê li wan be.”[1]

Eger hûn tewbe bikin xwe serast bikin û tu carê din têkilî karê wiha nebin Xwedê Teala dê we bibexşîne û bi ser de jî gunehên ku we kirine dê bi xêran biguherîne.

Ji kerema xwe re pirs û bersiva di lînka jêr de ye temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/nasil-tevbe-edilir.html



[1] Buxarî, Buyû‘ 25; Muslim, Musaqat, 105. Lenata Xwedê lê be, bi mena wî ji rehma dûr bike û qenciyan pê neke.