Fetwayen Kurdi
Hukmê kaskokirina otomobîlan çi ye?

Hukmê kaskokirina otomobîlan çi ye?

Pirs: Gelo hukmê ku meriv wesayitan kasko bike çi ye?

Bersiv: Hûn dizanin ku Kasko, sîgortaya wesayitan e. Hûn wesayitên xwe sîgorta bikin. Tê gotin ku di “Kaskoyê de hin kedxwarî û hwd. heye.” Rast e hin şaşîtî û nerastî hene. Lê belê hewcedariyeke gelemperî jî heye. Hewl bidin ku hûn wan şaşiyan rast bikin. Bixebitin, da ku ya herî baş bikin. Ma Xwedê Teala ji me naxwaze ku em ya herî baş bikin? Bixebitin, da ku di warê sîgortayê de hûn bibin yekem. Her kes we mînak nîşan bide. Lê belê heta wê demê hûn dikarin wesayitên xwe kasko bikin.

Niha, ên ku li hember kaskoyê dertên çi dibêjin? Tê gotin ku:

1. Kasko dişibe faîzê. Lewra meriv 100 lîreyî dide şirketa kaskoyê û dibe ku hin caran meriv 200 lîreyî jê bistîne. Meriv wesayita xwe bi 10000 lîreyî kasko dike, lê belê di encama qezayekê de di rewşa ku wesayit êdî nayê bikaranîn meriv ji kaskoyê 20-30 hezar lîreyî distîne. Ha ev dişibe faîzê.

2. Ev dişibe qumarê jî. Lewra meriv pereyan li kaskoyê radizîne, hin caran zêdetir û hin caran jî tu tiştek jê nayê stendin.

3. Di vir de bêewleyiya bi Xwedê Teala jî heye.

Di vir de divê em bala xwe bidin vî tiştî. Tu mijar, bi nerîna li aliyên wê yên wekhev, nayê çareserkirin. Niha misilman û kafirek werin ber hev gelo ji der ve de aliyên wan ên dişibin hevdu pir in an jî aliyên wan ên naşibin hev? Misoger aliyên dişibin hev: Herdu jî du dest, du ling du çavên wan û hwd. hene. Niha ma em li aliyên wan ên wekhev dinihêrin û ji yekî re dibêjin misilman û ji yê din re dibêjin kafir? Naxêr, em li cudahiyên di navbera wan de hene dinihêrin. Kesên ku li wekheviya tiştan dinihêrin û helwestan nîşan didin, dikevin cihê kesên ku dibêjin “kirîn û firotin jî mîna faîzê ye.”[1] Li gorî ku Xwedê Teala kirîn û firotin helal kiriye û faîz jî heram kiriye, tê mena ku ev herdu ne heman tişt in. Tu kes bi şertê ku di heman demê de dê deynê xwe bide tiştekî deyn nake. Lê belê meriv bi şertê ku di heman wextê de bedêlê bide, mal/tiştekî dikire. Ha ji ber vê ferqê ye ku kirîn û firotin helal e û faîz jî heram e.

Wekî din jî divê meriv bala xwe bide vê jî. Kesekî ku dixwaze pereyê xwe di faîzê de razêne, gelo hatiye dîtin ku tu caran çûye şirketeke kaskoyê û pereyê xwe lê razandiye? Tiştekî wiha ne guncav e. An jî yekî ku bi qumarê dilîze, -dibe ku ez qezenc bikim- tu carî radibe pereyan li kaskoyê radizêne? Ma tiştekî wiha mumkin e?

Ji ber ku meriv bi Xwedê Teala bêewle ye meriv wesayita xwe kasko dike? Haşa di ber hiş û serê tu kesî tiştekî wisa derbas nabe! Ev, alîkariyek e. Sibê roj dema tiştek were serê min, dê alîkariya min bê kirin. Eger ez negirim dê yekî din bigire. Di vê de hêsaniyeke din jî heye: Em dibînin ku herdu ajokerên ku qeza derbas kirine bê ku pev biçinin di aramî û sukûnetê de rûdinên. Gelo çima? Lewra şirketeke kaskoyê ku dê zirara wan bide heye, loma. Eger ne wisa bûna herdu ajokeran dê çi bikirina? Melûmî her kesî ye ku hin kes digel ku wesayita wan qeza nekiriye jî mîna ku qeza kiribin nîşan didin û ji kaskoyê pereyan distînin hene. Lê belê bi nerîna li van helwestên şaş, hukum nayê dayin. Li cihê ku însan lê hebe, ma pêkan e ku şaşiyên wiha pêk neyên? Ma însan li hember ayetên Xwedê Teala yên ronker di çi şaşiyan de ne?

Di encamê de di kirina kaskoyê de tu mehzûrek tune ye.

Bersiva me ya ku bi kaskoyê re têkildar e hûn dikarin ji lînka jêr jî temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/arac-kaskosu-yaptirmak-caiz-midir.html



[1] Beqere, 2/275.