Fetwayen Kurdi
Ma di derbarê hezkirina ji Pêxember tu hedîsek heye?

Ma di derbarê hezkirina ji Pêxember tu hedîsek heye?

Pirs: Hedîseke bi vî awayî “Kesê ku min ji dê, bav, xwişk-bira û ji temamê însanan zêdetir hez neke, ne bawermendê rast e.” heye. Ma ev hedîs rast e? Divê em çawa wê fêhm bikin?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

(Resûlê min!) Bibêje: Eger bavên we, kurên we, birayên we, jinên we, eşîra we, malê ku we bi dest xistiye, ticareta ku hûn ji zirarkirina wê ditirsin û xaniyên ku hûn ji wan xweş in, li cem we, ji Xwedê, ji Pêxemberê Wî û ji cîhada di rêya Wî de şîrîntir û xweştir bin, vêca çavlirê bin heta Xwedê fermana xwe (bi ezabê ji we re) bîne. Xwedê, civaka jirêderketî teqez nayîne ser rêya rast.”[1]

Pêxember, ji bo bawermendan ji nefsa wan bi xwe jî hîn li pêştir e. Xanimên wî jî dayikên bawermendan in.”[2]

Qasidê Xwedê jî (s.a.w) wiha kerem kiriye:

Ez qesem dikim bi Xwedayê ku canê min di destê Wî de ye, tu yek ji we nabe ku bawerî anîbe heta min ji bavê xwe û zarokên xwe jî zêdetir hez neke.”[3]

Li gorî ku ji Enes kurê Malik (x.j.q) hatiye ragihandin Pêxember (s.a.w) wiha kerem kiriye:

“Sê tişt hene ku ew di kê de hebin wî te‘ma îmanê kiriye:

1. Hezkirina ji Xwedê û ji Qasidê ji her tiştî bêhtir.

2. Hezkirina meriv ji bo Xwedê.

3. Vegera bi bal kufrê ve piştî ku Xwedê ew jê rizgar kir, mîna ku meriv biavêjin nav agir, wisa nebaş û xeter bibîne.”[4]

Mîna ku tê dîtin, hedîs û ayetên di bara hezkirina ji Pêxember (s.a.w) bi temamî hev digirin. Bo merivê Musluman, hezkirina ji Xwedê û ji Qasidê Wî, beriya her tiştî tê.

Bersivên me yên bi mijarê re eleqedar hûn dikarin ji lînkên jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/allah-ve-resulunu-her-seyden-cok-sevmek-ne-demektir.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hz-peygamberi-kendi-canindan-cok-sevmeyen-iman-etmis-olur-mu.html



[1] Tewbe, 9/24.

[2] Ehzab, 33/6.

[3] Buxarî, Îman, 7.

[4] Buxarî, Îman, 9, 14, Îkrah 1, Edeb, 42; Muslim, Îman, 67.