Fetwayen Kurdi
Ma di dua de divê meriv herdu destên xwe bide ber hev an ji hev veqetîne?

Ma di dua de divê meriv herdu destên xwe bide ber hev an ji hev veqetîne?

Pirs: Di dema duakirinê de hin kes destên xwe vedikin, hin kes jî herdu destên xwe didin ber hev. Gelo, tu bingeh û esas ji berhevkirina destan re heye? An jî ev tiştekî ku piştre derketiye?

Bersiv: Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, Pêxemberê (s.a.w) di dema duakirinê de destên xwe bi aliyê jor ve bilind kirine. Lê belê tu agahiyên bê ka destên vî bi hev ve yan jihev veqetiyayî bûne, nayên dayin. Her çiqas riwayeta ku di kitêba bi navê Mu’cemu’l-Kebîr ya Teberanî de derbas dibe ya ku ji Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) tê ragihandin ku “Pêxember (s.a.w) di wexta duakirinê de destên xwe dane ber hev û wiha dua kiriye.” hatibe riwayetkirin jî lê belê di heman wextê de Hafiz el-Îraqî dibêje ku ev hedîs zeîf e.[1]

Bi dilekî rihet em dikarin bibêjin ku, di wexta duakirinê de tu emrekî teqez û girêdar ji Qasidê Xwedê (s.a.w) tune ye.



[1] Hafiz el-Îraqî, Tahrîcu Ehadîsi’l-Îhya, I, 256.