Fetwayen Kurdi
Di hin duayan de gelo çima meriv berê destên xwe dide jêr?

Di hin duayan de gelo çima meriv berê destên xwe dide jêr?

Pirs: Dema duayê “Rebbena atîna” tê xwendin, hin kes di “weqina ‘ezabe’n-nar” de destên xwe berevajî dikin. Gelo di derbarê vê kirinê de tu hedîseke rast heye?

Bersiv: Di hin duayan de ku meriv berê kefa destên xwe bide erdê, riwayet hene. Yek ji wan, dua baranê ye.

Enes kurê (x.j.q) wiha radigihîne:

“Pêxember (s.a.w) dua baranê kiriye û bi pişta destê bi bal asîmanan ve îşaret kiriye.”[1]

Îmam Newewî yê ku vê hedîsê şîrove dike, wiha dibêje:

“Ji ulemayên me (Şafiî) û berek ji ulemayên din, gotine ku di duayên ku ji bo rabûna belayan mîna xelayê tê kirin, rakirina dest û pişta destên meriv li jor be; ji bilî van, dema meriv daxwaziya tiştekî bike ku berê kefa destên meriv li asîmanan be, sunet e.”[2]

Bi vê mijarê re girêdayî, di Musned a Îmam Ehmed kurê Henbel de riwayeteke wiha cih digire:

Pêxember (s.a.w) dema tiştek ji Xwedê Teala bixwesta berê kefa destên xwe dida jor. Lê belê, dema xwe ji tiştekî biparasta pişta destên xwe dida jor.[3]

Heysemî, her çiqas bibêje ku seneda vê sehîh e jî[4] bi sedem Îbn Lehî‘a yê ku di zincîra hedîsê de ye, qelsiya vê hedîsê hatiye ragihandin.[5]



[1] Muslim, Selatu’l-Îstisqa, 6 (896).

[2] Îmam Newewî, Şerhû Sahîh-i Muslim, VI, 190, Şîroveya hedîsa 896.

[3] Ehmed kurê Henbel, Musned, IV, 56.

[4] Bnh. Mecme‘u’z-Zewaid, X, 168.

[5] Bnh. Şewkanî, Neylu’l-Ewtar, IV, 10.