Fetwayen Kurdi
Hukmê ku meriv piştî duakirinê destên xwe bi ser çavên xwe bixe çi ye?

Hukmê ku meriv piştî duakirinê destên xwe bi ser çavên xwe bixe çi ye?

Pirs: Di duayên piştî limêjê yan jî di demên din de tên kirin, hukmê ku meriv destên xwe bibe ser çavên xwe çi ye?

Bersiv: Li gorî ku ji Umer kurê Xetab (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:

“Pêxember (s.a.w) dema ji bo duakirinê destên xwe radikirin heta ew bi ser çavên xwe nedana ew danedixistin xwarê.” Muhemmed kurê Musena di riwayeta xwe de wiha dibêje: “Heta ew bi ser çavên xwe nedana ew danedixistin xwarê”[1]

Tirmizî yê ku ev hedîs riwayet kiriye, agahiyek wiha dide:

Ev hedîs, sehîh xerîb e. Bi rêya Hemmad kurê Îsa pê ve nayê naskirin. Ji xeyrî vî tu kesî din riwayet nekiriye. Ev kesê han, hedîs hindik riwayet kirine. Hin kesan ji vî riwayet kirine. Henzele kurê Sufyan di heqê wî de gotiye ku ew mirovekî siqet e, yanî bawerî pê tê.

Ji ulemayên hedîsê Îbn Hecer el-‘Esqelanî di kitêba xwe ya bi navê Bulûxu’l-Meram de dibêje ku: Di Sunen a Ebû Dawûd û di hin çavkaniyên din ên hedîsê de ji Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) hedîseke din mîna vê hedîsê hatiye riwayetkirin, dema ku temamê van riwayetan bi hev re bên nirxandin, em dikarin bibêjin hedîs, hesen e.[2]

Di bin ronahiya van agahiyan de meriv dikare bibêje ku piştî duakirinê, sunet e ku mirov destên xwe bi ser çavên xwe bixe.



[1] Tirmizî, De‘awat, 11.

[2] Bnh. Îbn Hecer el-‘Esqelanî, Bulûxu’l-Meram, Babu’z-Zîkr we’d-Dua, jimara hedîsan: 1582-1583.