Fetwayen Kurdi
Di duayên xwe de em jî mîna Pêxember dikarin daxwaziya “refîqî e‘la” bikin?

Di duayên xwe de em jî mîna Pêxember dikarin daxwaziya “refîqî e‘la” bikin?

Pirs: Di çavkaniyên hedîsê yên sehîh de derbas dibe, beriya ku Pêxember (s.a.w) wefat bike di dawa pîreka xwe de ji Xwedê Teala “Refîqî e‘la” daxwaz kiriye. Em di duayên xwe de dikarin vî duayî bikin? An jî “refîqî e‘la” mîna “Meqamê mehmûd”, ne ji bo me ye, belbî ji Pêxemberê me (s.a.w) re ye?

Bersiv: Li gorî hedîsên bi mijarê re têkildar in, Pêxemberê me (s.a.w) di dema sikratê de bi vî awayî dua kiriye:

Ey Xwedayê min! Min têxe nav zumreya Refîqî e‘la!” (اَللَّهُمَّ … وَأَلْحِقْنِي بِالّرَفِيقِ الْأَعْلى)[1]

Da ku em jî têkevin nav wê zumreyê, tu mehzûrek tune ye ku em jî heman duayî bikin.



[1] Buxari, Merda, 19, Fedailu’s-Sehabe, 5, Mexazî, 83, 84; Muslim, Selam, 46 (2191).