Fetwayen Kurdi
Ma ji bo teseturê tu duayekî ku meriv bike heye?

Ma ji bo teseturê tu duayekî ku meriv bike heye?

Pirs: Gelo dua tesetur/xwenixamtinê heye? Ango kesê ku xwe digire divê kîjan duayî bike?

Bersiv: Di dînê me de tu duayeke taybet ji bo teseturê tune ye. Encax eger meriv nû dest bicihanîna fermana Wî ya teseturê/xwenixumandinê kiribe, ji bo sebat û îstiqrara li ser vê îbadetê, dewama pêkanîna vê fermanê ji bo riza Wî û di vê mijarê de hêz û sebatê bide meriv, hûn dikarin jê daxwaz bikin. Ango çiqas ji destê we bê, hûn dikarin ji Xwedê Teala re dua bikin.