Fetwayen Kurdi
Di êrîşbirina li ser Lîbyayê, divê helwesta kesê Misliman çawa bûna?

Di êrîşbirina li ser Lîbyayê, divê helwesta kesê Misliman çawa bûna?

Pirs: Mîna ku hûn jî dizanin, di van rojan de bi biryara Welatên Yekbûyî, li hember Libyayê êrîşek tê lidarxistin. Tê gotin ku dewletên misilman jî her çiqas ne yekser be jî arîkariyê didin vê biryarê. Di vir de bi lezgînî hewcedarî bi nerîna zanyarekî heye. Seyda, pirsa min ev e: Cihekî ku daru’l-îslam be, her çiqas ji aliyê diktatorekî zordest jî bê îdarekirin, di êrîşbirina li ser dewleteke musluman, caiz e ku kesên misilman arîkariyê bidin xeyrimisliman? Di Qur’an û riwayetên ku ji Pêxember (s.a.w) hatine ragihandin, gelo ji bo tiştekî wiha tu mînak heye?

Bersiv: Piştî ku li hember desthilatdarên welatê Libyayê, li pirê deran pêlên serhildanê rû dan, rayedarên welêt tedbîrên tund girtin û helwestên di asta komkujiyê de nîşan dan. Welatên Yekbûyî, di serî de welatê Libyayê ku ji aliyê petrolê dewlemend e ji bo balafiran qada qedexekirî îlan kir û bi pêşengiya dewleta Emerîka bi balafiran êrîş birin ser Libyayê û ev jî bû sedem ji bo mirina pir kesên din. Ev biryara ku li ser daxwaziya dewletên “Yekdestiya Ereban” ya ku di civîna wan a li Misrê hate stendin, ji aliyê muslumanan ve bi tu awayî nayê pejirandin. Di rewşeke wiha de tiştê ku divê bihata kirin, ku meriv ev li hev bianina û aştî di navbera wan saz bikirana. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger ji bawermendan du kom şerê hev bikin, wan li hev bînin. Eger yek ji wan êrîşî a din bike, heta ku li hukmê Xwedê venegere hûn şerê koma ku êrîş kiriye bikin. Eger (ji êrîşkariya xwe) vegere, êdî bi edaletî nava wan çêkin û bi dadî hukum bikin. Bêguman Xwedê ji dadperweran hez dike. Birastî bawermend jihev re bes bira ne. Nexwe navbera birayên xwe çêkin û ji Xwedê bitirsin da ku rehmet li we bê kirin.”[1]

Ji dêla ku meriv emrê Xwedê Teala bîne cih, meriv rabe tiştê ku Xwedê qedexe kiriye, bike, birastî jî rewşeke pir xemgîn e. Di mijara têkilatiya bi xeyrimisliman re Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ey Pêxember! Tu ji Xwedê bitirse û bi gotina kafir û munafiqan meke. Bêguman Xwedê zana ye, xwedîhikmet e.

Bide pey wehya ku ji cem Xwedayê te ji te re hatiye. Bêguman Xwedê ji ya ku hûn dikin agahdar e. Xwe bispêre Xwedê. Ji wekîltiyê ve, teqez Xweda besî te ye.”[2]



[1] Hucûrat, 49/9-10.

[2] Ehzab, 33/1-3.