Fetwayen Kurdi
Di hilbijartina hevalekî/ê ji bo zewacê, divê mirov bala xwe bide çi?

Di hilbijartina hevalekî/ê ji bo zewacê, divê mirov bala xwe bide çi?

Pirs: Di hilbijartina hevalekî/ê ji bona zewacê divê mirov bala xwe bide çi? Di vê mijarê de Qur’ana Pîroz kîjan pîvan, danîne?

Bersiv: Ayetên di derbarê hilbijartina yekî/yeka ji bo zewacê wiha ne:

Di zewacê de bawerî pir girîng e. XwedêTeala wiha ferman dike:

Heta ew îmanê neyînin bi jinên muşrik re nezewicin. Qerwaşeke bawermend ji jineke muşrik çêtir e, çendîn xweşikatiya wê we hijmetkar bihêle jî. Heta ku baweriyê neyinin keçên xwe jî li mêrên muşrik mahr nekin. Koleyekî bawermend ji muşrikekî çêtir e, çendîn rindiya wî we hijmetkar bihêle jî. Ew gazî êgir dikin. Xwedê jî bi destûra xwe we gazî bihuşt û lêborînê dike û ayetên xwe ji mirovan re aşkere da ku aqil bigirin.”[1]

Divê herdu alî jî bi namûs bin, ji xwe re bi dizî dostik negirtibin û bi çavê leyistikê li zewacê nenêrin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

“…Ji bilî van, ên bayî, bi şertê ku hûn bi namûs bijîn û ji zinayê dûr bin, ji we re helal in.[2]

Ji herdu aliyan jî divê ku yekî zina nekiribe, eger kiribe jî divê tobe kiribe û xwe tam rast û durist kiribe. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Zilamê zinaker, tenê bi jineke zinaker re yan jî bi jineke muşrik re dikare bizewice. Jina zinaker jî tenê mêrekî zinaker yan jî mêrekî muşrik dikare wê mahr bike. Ew li ser bawermendan hatiye heramkirin.”[3]

Lê belê ew ên ku piştî vê, tobe bikin û rewşa xwe rast û durist bikin, ew cuda ne. Vêca birastî Xwedê gunehjêbir e, dilovîn e.”[4]



[1] Beqere, 2/221.

[2] Nîsa, 4/24.

[3] Nûr, 24/3.

[4] Nûr, 24/5.