Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare keça xwe bide yekî ku limêj nake?

Ma meriv dikare keça xwe bide yekî ku limêj nake?

Pirs: Zewaca bi yekî/a ku limêj nake re gelo durist e? Ango hukmekî ku zewaca bi yekî/a ku limêj nake re qedexe bike, heye?

Bersiv: Di nav gel de nerîna ku “serjêkiriyê kesê ku limêj nake, nayê xwarin”, “kesê ku limêj nake meriv keça xwe nadê”, heye. Lê belê tu ayet û hedîsên ku piştgiriya vê nerînê bikin tune ne. Îhtimala herî zêde ku ev gotin ji aliyê kesên ku dibêjin, ê limêj neke dibe kafir ve, hatibe gotin. Hal ew e ku dema meriv li ayet û hedîsên sehîh dinihêre, kesê ku limêj neke -dema ferzbûna wê înkar meke û tinazê xwe pê neke- meriv nikare hukmê kafiriyê li ser tetbîq bike. Lê belê ev jî rastiyek e, kesê ku angaşta “ez misilman im” bike û limêj meke, ew li hember fermana Xwedê di îsyankariyê de ye û gunehekî pir mezin dike. Ji vê bonê keçeke/xanimeke bawermend, ji dêla ku bi yekî herî kêm rojê pênc caran li hember Xwedê îsyankariyê dike re bicewice, tê tewsiyekirin ku di zewacê de tercîha xortekî bawermend î beriya her tiştî li limêj û îbadetên xwe yên din biqate be, bike.