Fetwayen Kurdi
Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde?

Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde?

Pirs: Li gorî Qur’anê di dema sekna ‘ideyê de telaqekî nû çêdibe yan na?

Bersiv: Di sûreyê Telaq de pîvanên jinberdanê hatine aşkerekirin, di sûreyê Beqere ayeta 229’an de li gorî wan pîvanan, biryar û hukmê ku telaq herî zêde (ric‘î) du caran heye hatiye dayin. Ji vê bonê heta dawiya ‘ideyê pîrekê, ji telaqekî zêdetir jin nayê berdan.

Ji vê pê ve, -bi angaşta ku nerîna mezheban e û esasgirtina wan di fetwadayinê de- bi sedem ku pirên wan ne li gorî Qur’an û suneta Pêxember (s.a.w) e, aşkere û xuya ye ku misilman li hember wan fetwayan ne mesul in û divê xwe bi wan negirin.