Fetwayen Kurdi
Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne?

Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne?

Pirs: Di şeva qendilî de di navbera min û mêrê min de munaqeşeyek derbas bû, dema mêrê min ji malê derket min jê re got ku “Min berde”. Wî jî sê caran got: “Min tu berdayî, min tu berdayî, min tu berdayî.” Niha jî dibêje ku “Min wan gotinên han, ne ji dilê xwe gotin.” Ji ber ku ez bi sê telaqan hatime berdan, heta ku ez bi yekî din re nezewicim û neyêm berdan, ez nikarim bi mêrê xwe re bizewicim. Niha divê em çi bikin? Ez nikarim bi yekî din re jî bizewicim. Gelo rast e ku di vî halî de ez nikarim bi bal mêrê xwe yê yekem ve vegerim?

Bersiv: Nîkaheke ku bi rê û rêbazên rast û durist hatibe birîn, encax dîsa bi berdaneke bi rê û rêbazên rast û durist, bi dawî dibe. Mixabin agahiyên gel divê mijarê de ne rast in. Baweriya ku pîrek, bi gotina zilam ku dibêje min te bi sê telaqan berda, telaq pêk tê, yek ji wan e. Bi hersê û bê xwestina ji dil ku mirov sê caranbibêje “Min tu berdayî” telaq nayê cih. Lewra ji bo berdanê jî hin rê û rêbaz hene. Ji vê bonê, bila dilê we rihet be. Pîrek bi vî awayî nayên berdan.