Fetwayen Kurdi
Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na?

Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na?

Pirs: Ev şeş sal e ku ez zewicandî me û kurekî min î du salî heye. Bi hezkirin û riza dilê xwe ez bi mêrê xwe re zewicîm. Ev nêzî salekê ye ku em pir şer dikin. Di wan şeran de mêrê min sê caran got ku “Min tu berdayî”, lê belê niha, me hemî pirsgirêkên xwe çareser kirin. Û mêrê min pir poşman bûye. Divê em çi bikin? Munasebeta me ya mêr û jinantiyê dewam dike, dilê min ne rihet e. Gelo bi vî awayî em zinayê dikin an na?

Bersiv: Nîkaheke ku bi rê û rêbazên rast û durist hatibe birîn, encax dîsa bi berdana bi rê û rêbazên rast û durist, bi dawî dibe. Mixabin agahiyên gel di vê mijarê de ne rast in. Baweriya ku pîrek, bi gotina zilam ku dibêje min tu bi sê telaqan berdayî, telaq pêk tê, yek ji wan e. Bi hêrsê û bê xwestina ji dil ku mirov sê caran bibêje “min tu berdayî” telaq nayê cih. Lewra ji bo berdanê jî hin rê û rêbaz hene. Ji wê bonê, bila dilê we rihet be. Pîrek bi vî awayî nayên berdan.