Fetwayen Kurdi
Di meha Remezanê de kî fıtrê dide kê û mîqdarê wê çiqas e?

Di meha Remezanê de kî fıtrê dide kê û mîqdarê wê çiqas e?

Pirs: Di meha Remezanê de kî fitreyê dide kê û mîqdarê wê çiqas e?

Bersiv: Kesê ku di meha Remezanê de karibe rojiyê bigire -girtibe- çi dewlemend çi jî feqîr dibe, divê ku sedeqeya fitreyê bide. Nîsab, dewlemendîtî û hin şertên din ên ku ji bo ferzbûna zekatê pêwîst in, di sedeqeya fitreyê de ne hewce ne. Ango kesên ku sedeqeya fitreyê li wan diçe jî divê ku bidin. Her mirovê misilman divê ku miskînekî ji miskînên (jarên) derdora xwe têr bike. Di sedeqeya fitreyê de dayina genim, ceh, mewîj û xurmeyan ne şert e. Belbî dayina diravan jî çêdibe.

Di lînka jêr de li ser vê mijarê nivîsek me heye, em tewsiye dikin ku hûn wê bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/ramazan/fitir-sadakasi-fitre.html