Fetwayen Kurdi
Gelo sedeqeya fitrê li kê dikeve?

Gelo sedeqeya fitrê li kê dikeve?

Pirs: Divê kî sedeqeya fitrê bide?

Bersiv: Kesê ku di meha Remezanê de karibe rojiyê bigire -girtibe- çi dewlemend çi jî feqîr dibe, divê ku sedeqeya xwe ya fitreyê bide. Nîsab, dewlemendîtî û hin şertên din ên ku ji bo ferzbûna zekatê pêwîst in, di sedeqeya fitreyê de ne hewce ne. Ango kesên ku sedeqeya fitreyê li wan diçe jî divê ku bidin. Bi saya vê, dê her bawermend bi alîkariya birayên xwe yên hewcedar bextewar û dilşad bibe.