Fetwayen Kurdi
Di meseleya nîkahê de em ê ji gotina kê bawer bikin?

Di meseleya nîkahê de em ê ji gotina kê bawer bikin?

Pirs: Mijara nîkaha dînî hişê min gelekî tevlihev dike. Gotina du seydayan hev nagire. Yek dibêje lazim e du şahid hebin yekî din dibêje 4. Yek mafê mehrê ji pîrekê dipirse, yekî din tew qet pirsa tiştekî wiha nake. Ango her seydayekî ji xwe re rê û rêbazek dîtine. Ka em ji kîjanî bawer bikin? Li aliyê din meseleya divê ku haya malbatê ji vê nîkahê hebe yan tune be, heye. Heke reşîd bin, ma ji aliyê berpirsyariyê ve nabin xwediyê vîneke azad? Ango di mijareke ku bi jiyana wan ve girêdar e, ma nikarin biryara xwe bidin. Gava riza malbatê pêk neyê mesela rev û peyketinê rû dide, yekser berê xwe didin nîkaha dînî. Madem qebûl nabe, wê gavê bi hezaran kesê reviyane û riza malbata wan pê tune ye bi mêrê xwe re zinayê dikin! Ev nakokiyeke dijwar e? Heke hûn min agahdar bikin ez ê dilşad bibim.   

Bersiv: Îslam dînek e û rêzan û rêgezên di dîn de ne kesên oldar; belbî ji aliyê Xwedê Teala bixwe ve tên diyarkirin. Peywira însanan jî ku van rê û rêgezan bînin cî. Lê belê car caran însan çi ji bo berjewendiyên xwe çi jî ji ber sedemên cuda qaydeyên ku Xwedê Teala danîne nas nakin, ew bixwe qaydeyan datînin. Hin caran jî qaydeyên ku li xweşa wan naçin, herwekî ku nedîtibin tev digerin. Wekî din, aliyê meseleyê yê teqlîdê jî heye. Di derbarê mijareke dînî de ji gotina Xwedê û Pêxemberê Wî zêdetir, kesên ku li gotinên alimên berê dinihêrin gelekî pir in.

Nerîna aliman ya di mijara nîkahê de yek ji wan e. Hin jê ji bo berjewendiyên xwe, hin jî bi sedem ku şert û mercên civakî wisa lazim didêrin, lê belê bi piranî jî ji ber teqlîda alimên berê di meseleya marê de biryarên ji hev cuda û şaş derxistine.

Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de di bin sernavê Nikâh/Evlilik de 4 nivîsên me hene. heke hûn wan nivîsan bihizir bixwînin, hûn ê bikaribin bersivên zelal û aşkere di derbarê pirsên xwe de bi dest bixin. Gava hûn nivîsên li ser meseleyên cihê welî di nîkahê de, nîkaha bê welî, nîkaha bi dizî bixwînin, hûn ê digel delîlan fêr bibin ku nîkah bi dizî nayê birîn, malbat nikarin bi darê zorê keçên xwe bidin zewicandin an jî nikarin bê sebeb bibin asteng li pêşiya zewaca wan û hwd.