Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikare dikana beqaliyê veke?

Ma pîrek dikare dikana beqaliyê veke?

Pirs: Ma pîrek dikare dikana beqaliyê veke? Heke karibe jî divê çawa bixebitîne? Ger nikaribe jî çima nikare? 

Bersiv: Piştî ku pîrek zewicî temamê lêçûn û mesrefên wê li ser mêr e. Di muqabilî vê de hin berpirsyariyên pîrekê jî li hemberî mêrê wê hene. Divê pîrek wan berpirsyariyên xwe pêk bîne. Gava pîrekek wezîfeyên xwe bîne cî û riza mêrê wê jî hebe, dikare li cihekî bixebite. Lê belê ji bo vê jî hin şert hene. Wekî mînak: Karê tê de dixebite divê ku li gorî dînê me meşrû û rewa be, derdora ku lê dixebite divê ku cihekî munasib be ji bo karkirina pîrekeke Musliman.

Li gorî vê, pîrek dikare dikana beqaliyê veke. Ango ji aliyê dînî ve tu pirsgirêk tê de tune ye. Gava pîrek, li nixumandina serê xwe miqate be û rîayeta rewişt û exlaqê bazirganiyê bike, tu webal û guneh di vekirina dikanê de tune ye.