Fetwayen Kurdi
Hukmê ku jin servekirî û bi derpê bixebitin çi ye?

Hukmê ku jin servekirî û bi derpê bixebitin çi ye?

Pirs: Pîrekên ku li kargeh û fabrikayan servekirî û bi derpê dixebitin hene. Lewra Ewrûpa wiha ye, şert û mercên wê yên jiyanê zor û zehmet in. Hukmê ku meriv bi vî awayî bixetibe û pereyan bicivîne çi ye?

Bersiv: Pîrek, ji bilî merivên wê yên ku zewaca bi wan re qedexe ye, li hember zilamên din, divê ku xwe bigire. Rû, ji destan heta zendê û ji lingan jî heta guzekê ne tê de ye. Lewra di dema kar û xebatê de vekirina dest û rû hewceyî ye. Qezenca bi rêya xebatê çi mêr dibe çi jî jin dibe divê her kes bike. Di hedîsekê de wiha derbas dibe: “Gera li rêya kesba qezencê li ser mêr û jina musliman ferz e.[1] Lewra her musliman da ku bikaribe peywir û wezîfeyên xwe bi cih bîne, divê ku qezenc û karekî wî hebe.

Ne caiz e ku pîrek endamekî wê yê ku divê bê girtin veke û bixebite. Xebata bi vî awayî heram e. Lê belê qezenca ku bi vê rêyê bi dest dixe, ji ber ku di ber kedê de tê bidestxistin, ne heram e. Ango ji ber ku servekirî xebitiye dibe gunehkar, lê ji bo vê yekê, tiştê ji vî karî bi dest dixe heramî tevlî nabe.

Eger em werin ser mijara lixwekirina derpê; eger derpê di şekl û awayê şerwal de be bi awayê ku endamên wê xuya nekin, dikare li xwe bike. Lê lixwekirina derpê û kincên ku dê endamên wê tê de xuya bike, mekrûh e.[2]



[1] Teberanî, Mu‘cemu’l-Ewsat, 9/277-278.

[2] Abdulhamîd Şîrwanî, Îbn Qasim Şîhabuddîn Ehmed kurê Qasim el-‘Abbadi, Hawaşî ‘ala Tuhfeti’l-Muhtac bi-Şerhi’l-Minhac, el-Mektebetu’l-Îslamiyye, Stenbol, II, 112.