Fetwayen Kurdi
Gava li gorî fetwayê ‘emel bê kirin, ma meriv ji berpirsyariyê xelas dibe?

Gava li gorî fetwayê ‘emel bê kirin, ma meriv ji berpirsyariyê xelas dibe?

Pirs: Di çavkaniyeke ku min serî lê da, derbas dibû ku; “dema li hember fetwaya ku tê dayin di hundirê însên de şek û guman çêbibe, îbadeta însên ya di wê mijarê de ne durist e.” Di mijara duristbûn an jî neduristbûna rakirina xuslê ji bo kesê ku diranê xwe qilif kiriye û hwd. di mezhebê Henefî de li gorî fetwaya Diyanetê û pirê kesan bi awayê; ku durist e, li aliyê din li gorî hindik kesan; ne durist e. Digel ku ez bi fetwaya Diyanetê ‘emel dikim jî bi min re hin weswese û guman jî heye. Bi vê re girêdayî, gelo îbadeta ku ez dikim durist e yan na? Eger bi min re guman hebe, gelo ez û yên ku mîna min dikirin ji peywirdariyê xelas dike? Ma em kesên muqelid (teqlîda mezhebekî dikin), sirf bi ‘emelkirina bi fetwayê mesûl in?

Bersiv: Kesên ku nikaribin xwe bigihînin çavkaniyan û muqayeseya delîlan bikin, ji kesên ku baweriya wan bi wan tê, ji seyda û bi nerînên mezheban dê ‘emel bikin. Bi şertê ku ev tiştê tê teqlîdkirin ne li dijî hukmekî aşkere ji ayet û hedîsan be, ji aliyê dînî ve tu mehzûrek di ‘emelkirina bi tiştekî wiha tune ye.

Lê mixabin nerîna ku dibêje desmêj û xusul ji ser meriv ranabe, yek ji mijarên ku serê însanan tevlihev kiriye.