Fetwayen Kurdi
Ji aliyê Îslamî ve gelo di navbera fetwa û teqwayê de tu ferq heye?

Ji aliyê Îslamî ve gelo di navbera fetwa û teqwayê de tu ferq heye?

Pirs: Ji aliyê berpirsyariya jiyandina Îslamê ve, gelo di navbera fetwa û teqwayê de tu ferq heye. Gelo di dîroka Îslamê de jiyana Îslamî li gorî teqwayê di kîjan demê de derketiye holê?

Bersiv: Di dema Pêxember (s.a.w) de ferqa teqwa û fetwayê bi mena îroyîn tune bû. Pêxember (s.a.w) kîjan rastbûya ew dikir; sehabiyan ew dişopandin. Kesê ku pirgirêkeke wî hebûya ji Pêxember dipirsiya û li gorî fetwaya ku distend ‘emel dikir. Ango di vê demê de fetwa û teqwa heman tişt bûn. Lê belê bi derbasbûna demê re piştî ku jiyana zuhd û tesewufê li cîhana Îslamê desthilatdar bû, ferq di navbera fetwa û teqwayê de çêbû. Muteswifan terka tiştên ku Xwedê Teala li wan helal kiribûn mîna fezîletê qebûl kirin û angaşt kirin ku ev ji teqwayê ye û ketin rêyeke şaş. Ji vê bonê tiştekî bi navê teqwa û fetwayê tune ye.