Fetwayen Kurdi
Di mijara mîratê de mirov dikare ferqê têxe navbera zarokên xwe?

Di mijara mîratê de mirov dikare ferqê têxe navbera zarokên xwe?

Pirs: Min ji mamosteyekî îlahiyatnas pirsî; heqê dê-bav di dabeşkirina mîratê de çi ye, wî jî wiha bersiv da: Mafê dê-bav heye ku ji mîratê zêdetir bidin zarokekî xwe, zarokên din nikarin pirsyara vê yekê bikin. Ango dê-bav dema pere, mîrata xwe di nav zarokên xwe dabeş bikin, ma dikarin li gorî daxwaza dilê xwe pir bidin hin zarokan, hinsik bidin hinên din?

Bersiv: Dê-bav nikarin ferqê têxin navbera zarokên xwe. Çi bide zarokekî xwe, divê biqasî wê bide zarokên xwe yên din jî. Di der barê vê yekê hedîseke wiha hatiye ragihandin:

‘Amir eş-Şe‘bî wiha gotiye: Min ji Nu‘manê kurê Beşîr dema wî (li Kûfeyê) li ser minberê xutbe dixwend bihîst; wiha digot: “Bavê min Beşîr, (bi zora dayika min) koleyek bexşî min kiribû. Dayika min ‘Amre keça Rewaheyê (ji bavê min re) got ku: Heta ku Resûlullah li ser vê hibeyê nekî şahid, ez razî nabim. Li ser vê yekê bavê min Beşîr, çû cem Resûlullah û got: Ya Resûlellah! Min dîlek diyarî kurê xwe yê ji ‘Amre keça Rewaheyê kir. Lê belê ‘Amre ji min daxwaz kir ku ez te li ser vê yekê bikim şahid. Resûlullah pirsî: “Ma -te wekî ku daye Nu‘manî-  te daye zarokên xwe yên din jî?”

Beşîr got: Naxêr (min nedaye).

Li ser vê yekê Pêxember ji Beşîr re wiha got: “Ji Xwedê bitirsin û di navbera zarokên xwe de bi dadmendî tev bigerin.

Nu‘man wiha got: Êdî bavê min ji cem Pêxember hat û diyariya ku dabû min ji min stend. (Buxarî, Hîbe, 11)

Mîrat, li gorî hukmên ku Xwedê Teala diyar kirine tê dabeşkirin. Mafê bav tuneye ku rêjeyên mîratê diyar bike.

Wekî ku tê dîtin, bav nikare zarokên xwe ji mîratê mehrûm bike. Nikare meyla yekî bike û wî di ser yên din bigre.

Ji kerema xwe re li bersiva me ya di navnîşana jêr de ye temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-kisi-mirasini-cocuklarindan-sadece-birine-birakabilir-mi.html