Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bibe wêrisê malê heram?

Ma mirov dikare bibe wêrisê malê heram?

Pirs: Ma mirov dikare bibe wêrisê malê ku bi rêya heram hatiye bidesxistin? Wekî mînak pereyê ku ji firotina mayê… Her wiha mirov dikare xizmên (wekî kur, keç, jina) xwe bi vê qezencê bişîne heccê? Li aliyê din, hukmê xwarina ji vî malî ji bo kesên di bin berpirsyariya bav de ne –digel ku wan ev pere qezenc nekirine-, çi ye? 

Bersiv: Qezenckirina pereyan bi rêyên ku Xwedê ew qedexe kirine, mirov dixe bin gunehekî giran. Lêbelê gunehê vê kirinê, di stûyê kesê ku ew kar kiriye de ye. Ev mal, ji bo kesê ji xwedîkirina wan berpirsyar e, helal e. Mîrata ku ji vî malî dimîne jî ji zarokan re helal e. Kesê bi rêyên heram mîna firotina meyê û kirina faîzê qezencek bidest xistibe û poşman bibe/tobe bike û careke din vî karî meke, êdî li hemberî pereyê ku berê qezenc kiriye tu berpirsyariya wî jî namîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Kesê ji cem Rebbê wî jê re şîretek were û ew jî dev ji faîzê berde, vêca tiştên berê bûne jê re ne. Karê wî spareyî Xwedê ye.” (Beqere, 2/275)

Ji kerema xwe pirs-bersiva di navnîşana jêr de ye temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kumardan-kazanilmis-para-mirascilara-helal-olur-mu.html