Fetwayen Kurdi
Di rojiyê de divê em rîayeta kîjan welatî bikin?

Di rojiyê de divê em rîayeta kîjan welatî bikin?

Pirs: Di derbarê rojî û cejnê de pirseke min heye. Ez li derveyî welêt dijîm û li dewleta ku ez lê dimînim, gelek caran meha Remezanê li gorî Tirkiyê û Suûdî Erebistanê rojeke piştre ye. Di rojiyê de ez bêhtir li gorî dewleta Suûdî tev digerim. Lê belê muslimanên li dorhêla min dibêjin ku tu li kîjan welatî bijî, divê tu li gorî wî welatî rojiya xwe bigirî. Carekê meha Remezanê li gorî Ereban du roj û li gorî Tirkiyeyê jî rojekê dereng dest pê kir. Niha li vir divê meriv riayeta çi bike? Divê ez riayeta dewleta ku lê dijîm bikim an jî li gorî Suûdî Erebistan tev bigerim? Ji xeynî vê, îsal dîsa jî dewletên Xelîcê rojekê zû dest bi rojiyê kirine. Divê em çawa bikin?

Bersiv: Welatê ku hûn lê dijîn, eger hûn di bîst û nehê meha Şe‘banê de heyvê bibînin, diyar dibe ku sibê meha Remezanê ye û hûn ê rojiyê bigirin. Eger we heyv nedît, hûn ê meha Şe‘banê, sî roj hesab bikin û piştre dest bi girtina rojiyê bikin. Herwiha eger hûn di bîst û nehê rojiyê de heyvê bibînin sibê dibe cejn, ji ber vê yekê hûn rojî nagirin. Eger we nedît, hûn ê meha Remezanê sî roj qebûl bikin, rojeke din jî rojî bigirin û piştre cejna xwe bikin.

Salnameya ku li Tirkiyê tê bikaranîn, di vê meseleyê de ya herî rast e. Rastiya wê bi muşahede û çavdêriyê jî tê teyîdkirin. Ev salname, bi mebesta pêkanîna yekîtiyê di tevekê cîhanê de di wextên Remezan û cejnê de ji aliyê licneya navdewletî ve hatiye amadekirin. Eger hûn riayeta vê bikin, we daye pey ya rast.