Fetwayen Kurdi
Gelo rojî heta şevê an jî heta êvarê tê girtin?

Gelo rojî heta şevê an jî heta êvarê tê girtin?

Pirs: Di ayeta 187’an de ji sûreyê Beqere, bêjeya “leyl” derbas dibe. Ev kelîme di çi wateyê de ye? Ma ev peyv, ne bi mena “şev”ê ye?

Bersiv: Di zimanê Erebî de bêjeya leylê, di van wateyan de tê bikaranîn:

“Yekser piştî rojê. Destpêka şevê, ku roj here ava.”[1]

Di Buxarî de riwayete ku ji Umer kurê Xettab hatiye ragihandin wiha ye:

Qasidê Xwedê got ku:

Kesê bi rojî, gava şev ji vî aliyî ve hat, ro jî ji wî aliyî ve çû û roj çû ava, difitire.[2]

Mîna ku di hedîsê de bi awayekî zelal hate dîtin, Pêxemberên me (s.a.w) şev (leyl), ji gava ku roj çûye ava daye destpêkirin.

Hûn dikarin bi vê meseleyê re eleqedar, bersiveke me ya din ji navnîşanên jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/oruc-aksama-kadar-mi-yoksa-gece-olana-kadar-mi-tutulur.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/oruc-niye-kuranda-belirtildigi-gibi-gece-olana-kadar-tutulmuyor.html



[1] Îbn Manzûr, Lisanu’l-Ereb, l-y-l, XI, 607.

[2] Buxarî, Sewm, 43.