Fetwayen Kurdi
Ma rast e ku nîkahên di meha Seferê de tên birîn, temenkin in?

Ma rast e ku nîkahên di meha Seferê de tên birîn, temenkin in?

Pirs: Tê gotin ku birîna nîkaha dînî û fermî di meha Seferê de ne baş e. Ma li ser vê yekê hukmekî dînî heye? Dibêjin ku zewaca wan ne bi xêr û bêr e. Gelo tiştekî wiha di Qur’anê de heye?

Bersiv: Hemî tiştên ku di derbarê bêqidoşî û bêoxiriya meha Seferê de tên gotin, ji baweriyên pûç ên dema Calihiyê ne. Di dînê me tu cihek ji wan re tune ye.

“Bi sedem ku meha Seferê di heyama Cahiliyê de meha bêqidoşiyê dihate pejirandin, kirina ‘umreyê di vê mehê de ji gunehên mezin dihat jimartin. Her wiha tê fêhmê ku baweriyên çewt ji zewaca ku di vê mehê de were kirin dê emirkin be, karên ku tê de hatibe destpêkirin dê bê encam an jî bi xerabî dê dawî lê bê di Îslamê de jî hebûna xwe berdewam kiriye. Hedîsa ku zêhniyeta Cahiliyê ya di derbarê meha Seferê de red dike[1] zêdetir bi awayê qedexekirina tetbîqa nesî (paşdexistin-pêşdexistina mehan) ku meha Seferê ji mehên heramê bê hesibandin, hatiye şîrovekirin; lê belê siyaq û sîbaq îmkanê dide ku bi awayê batiliya baweriyên şaş ên ku bi vê mehê re girêdayî ne jî were fêhmê.”[2]



[1] Buxarî, Tib, 19; Ebû Dawûd, Tib, 24.

[2] M. Kamil Yaşaroğlu, “Safer”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XXXV, 451.