Fetwayen Kurdi
Divê em ayeta “Îsa, ji bo qiyametê zanînek e”, çawa fêhm bikin?

Divê em ayeta “Îsa, ji bo qiyametê zanînek e”, çawa fêhm bikin?

Pirs: Di derbarê Îsa aleyhiselam de Xwedê Teala di ayetekê de wiha ferman dike: “Bêguman ew, ji bo qiyametê zanînek e. Nexwe derbarê wê de nekevin gumanê û li dû Min werin. rêya rast û durist, ev e.” (Zuxruf, 43/61) Em dikarin bibêjin ku ev ayet, nîşaneke vekirî ye li ser hatina Hezretî Îsa beriya rabûna qiyametê. Lewra Îsa aleyhiselam, berî daketina Qur’anê bi şeş qirnan jiyaye. Ji ber vê yekê em nikarin jiyana wî ya pêşîn “bo qiyametê zanînek e” ango nîşana qiyametê fêhm bikin. Wateya ku ayet bi bal ve îşaret dike, Hezretî Îsa di axirzeman de ango di demên berî rabûna qiyametê de careke din dê were ser rûyê erdê û ev jî dê bibe nîşaneke qiyametê. (Ya rasttir her Xwedê dizane)

Bersiv: Xwedê Teala di ayeta li jor borî radigihîne ku Îsa aleyhiselam, ji bo qiyametê zanînek e. Bo têgihiştina vê yekê, divê em li afirandina Îsa aleyhiselam binihêrin. Hezretî Îsa, bê bav hatiye dinyayê. Xwedê Teala diyar dike ku afirandina wî, mîna afirandina Adem aleyhiselam e.

Bêguman li cem Xwedê, rewşa Îsa wekî rewşa Adem e. Xwedê ew ji axê afirand, piştre jê re got: “Çêbibe!” Vêca ew jî çêbû.”[1]

Adem aleyhiselam ji axê hatiye afirandin. Dayika wî tune bû. Gelo çima Xwedê Teala ew, bi Îsa mînand. Lewra ax, mîna Meryemê jê re dayiktî kiribû. Aliyê herduyan ê wekhev, ku bê bav hatibûn dinyayê. Roja qiyametê rabûna însanan ji goran jî dê wiha pêk were. Ango bê bav, lê ji axa ku wesfê dayikê di xwe de digire. Îsa aleyhiselam ji vî aliyî ve, zanînek e bo qiyametê. Xwedê Teala, ji bo kesên ku vejînê qebûl nakin, wê ne mumkin dibînin, mînaka Hezretî Îsa aniye. Afirandina Îsa çawa çêbûbe, ya Adem jî wiha bûye; ji lewre vejîna we jî dê wiha çêbibe.

Mîna ku tê dîtin ayet, behsa ku dê Îsa aleyhiselam berî rabûna qiyametê careke din were, nake.

Di derbarê berî rabûna qiyametê ne/hatina Îsa aleyhiselam, em tewsiye dikin ku hûn bersiva me ya di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1662



[1] Alî Îmran, 3/59.