Fetwayen Kurdi
Ma Hz. Îsa wefat kiriye yan ketiye xewê?

Ma Hz. Îsa wefat kiriye yan ketiye xewê?

Pirs: Di ayetên di derbarê Îsa aleyhiselam de bêjeyên “muteweffîke” û “teweffeytenî” yên ku ji koka wefat/mirinê hatine çêkirin, derbas dibin. Ev bêje, di hin ayetan de bi wateya “mirandinê”, “girtina ruh”, di hin ayetan de jî (mîna ayeta 60’an ji sûreyê En‘am) bi mena “Xwedê meriv bixe xew”, “razanê” hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê hin kes angaşt dikin û dibêjin ku Îsa aleyhiselam nemiriye, lê hatiye razandin û beriya rabûna qiyametê dê bê hişyarkirin û bi bal dinyayê ve were şandin. Gelo hûn bersiva vî tiştî çawa didin?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê got: Hey Îsa! Bêguman Ez ê te bimirînim û Ez ê te rakim cem xwe. Ez ê te ji yên kafir pak û paqij bikim. Û ew ên ku dane pey te, heta roja qiyametê Ez ê wan bi ser ên kafir bixim.[1] Piştre, vegera we bi bal Min ve ye. Di bara ya ku hûn bi hev ketine de Ez ê di navbera we de hukum bikim.”[2]

Koka wefatê, wefa (وفى)ye. Wefa, di zimanê Erebî de bi wateya “gihiştina tiştekî bi temamî” ye. Mirandin (توفى); “dan temamkirina kar e”. Ji ber ku di gava mirin an jî xewê de tu karekî ku ruh bike namîne, Xwedê, wî ji bedenê vediqetîne. Ji lewre însan du caran wefat dike; yek gava ku dikeve xewê, ya din jî di gava mirinê de. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Xwedê, nefsên ku çaxa mirina wan tê distîne û yên nemirîne jî di xewê de (wan distîne). Vêca ya ku Xwedê li serê bi mirinê hukum kiribe digire, ya din jî heta demeke navlêkirî wê berdide (bedenê).[3]

Em ji vê ayeta li jêr dizanin ku wefata Îsa alyehisselam, mirina wî ye:

“(Xwedê rojekê dê wiha bibêje:) Ey Îsayê kurê Meryemê! “Ma te ji mirovan re got ku min û dayika min di navbera xwe û Xwedê de du îlah wergirin?” (Îsayê kurê Meryemê) dê wiha bibêje: “Haşa! Ez Te ji hemû kêmasiyan pak didêrim. Ya ji min re ne durist be, ne heqê min e ku ez bibêjim. Eger min ew gotibe, bêguman Tu pê dizanî. Tu ya di dilê min de dizanî û ez ji nihêniyên Te tu tiştî nizanim. Bêguman her Tu yî zanayê bi ya nediyar û nihênî. Bi tenê tiştê ku Te emrê min pê kir, min ji wan re got: ku ji Xwedayê ku Perwerdegarê min û Perweredegarê we ye bi tenê re bendetiyê bikin. Heta ku ez di nav wan de bûm, ez li ser wan zêrevan bûm. Çi gava Te ez mirandim, êdî Tu li ser wan çavdêr bû. Jixwe Tu li ser her tiştî bîner î.”[4]

Îfadeya “Çi gava Te ez mirandim” ya ku di ayetê de derbas dibe, dide nîşandan ku Îsa aleyhiselam ne di xew de ye, belbî miriye.



[1] Ên ku dane pey Îsa, ne ew Filehên ku wî kurê Xwedê Teala dihesibînin û bi vî awayî dibin muşrik. Belbî ew Muslumanên ku wî pêxemberê Xwedê qebûl dikin.

[2] Alî Îmran, 3/55.

[3] Zumer, 39/42.

[4] Maîde, 5/116-117.